Serhed: Gerîla bi ruhê 1'ê Hezîranê şer dike
Endamê Fermandariya Akademiyên Apollon ê HPG'ê Medet Serhed Pêngava 1'ê Hezîranê ya 2004'an nirxand û got; "Gerîla bi hêza ku ji Pêngava 1'ê Hezîranê girtî, îro li çar parçeyên Kurdistanê şer dike."
Endamê Fermandariya Akademiyên Apollon ê HPG'ê Medet Serhed Pêngava 1'ê Hezîranê ya 2004'an nirxand û got; "Gerîla bi hêza ku ji Pêngava 1'ê Hezîranê girtî, îro li çar parçeyên Kurdistanê şer dike."
Tevgera PKK'ê di sala 1999'an de li ser bangawaziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan biryara agirbestê dabû. Lê dewleta Tirk, li hemberî gelê Kurd di polîtîkayên xwe yên îmha û înkarê de her israr kir. Li hemberî vê helwesta dewletê û hikûmeta AKP'ê Tevgera PKK'ê di 1'ê Hezîrana 2004'an de dest bi şerê parastina rewa kir. Ev pêngav ji aliyê PKK'ê ve weke 15'ê Tebaxa duyemîn ango pêngava şerê çekdarî hate binavkirin. Endamê Fermandariya Akademiyên Apollon ê HPG'ê Medet Serhed li ser pêşxistina vê pêngavê û pêşketinên di tevgera wan de hatin avakirin nirxandinên girîng ji ajansa me ANF'ê re kir.
"BI GIRTINA RÊBERTÎ XWESTIN GEL PÛÇ BIKIN"
Serhed di destpêka axaftina xwe de şehîdên di vê pêvajoyê de bibîr anî û wiha got; "Beriya her tiştî ji pêvajoya 1'ê Hezîranê û hetanî îro; hevalên ku şehîd ketine, pêngava yekem a ku heval Adil destpêkirî, fermandarên me yên vê dawiyê ku tevlî karwana şehîdan bûne yên wekî Şehîd Azad Sîser, Çekdar Amed û hemû şehîdên me bibîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin. Ji ber keda şehîdên şoreşê em hatine roja îro."
Serhed diyar kir, ev pêngav weke pêngava duyemîn a 15'ê Tebaxê ye û axaftina xwe wiha domand; "Bêguman di dîroka gelan de rojên gelekî dîrokî hene. Beriya biryara Pêngava 1'ê Hezîranê, gelê Kurd di nav pêvajoyeke pir hestiyar de bû. Ji ber ku Tevgera Azadiyê bi Rêber APO û bi çalakiya 15'ê Tebaxê ve dest bi şoreşa Kurdistanê kiribû. Ev pêngav bi pêşengiya hevrê Egîd ve destpê kiribû. Rêber APO li derveyî welat bû. Piştî pêngava 15'ê Tebaxê, ango beriya salên 2000'î bi tevkariya hêzên herêmî û bi komployeke navneteweyî Rêber APO hat dîlgirtin. Û xwestin di mejiyê gel û gerîla de têbiniya ku 'bêyî Rêbertî ev nikarin şer bikin, ev rêxistin bêyî Rêbertî nikare gav biavêje' bidin rûniştandin."
"TENÊ RÊYA XWEPARASTINÊ HATIBÛ HIŞTIN"
Medet Serhed li ser şert û mercên pêvajoya wê demê jî axivî û got, "Tê zanîn ku wê demê gelek hêzên herêmî û yên navneteweyî, tev de 6 meh temen dabûn rêxistina me. Digotin piştî 6 mehan ev rêxistin wê belav bibe. Lê tê zanîn ku gelek 6 meh derbas bûn, lê rêxistina me belav nebû. Bereksê vê; rêxistin her çû xwe komî ser hev kir û heta sala 2003'an hat. Agirbest di 2'ê Tebaxê de hatibû sekinandin. Ev agirbest di nava me û hêzên derdorê de jî gelekî hate nîqaşkirin. Di 2003'an de dijmin ti gavekê navêt. Rê li ber çareseriya pirsgirêka Kurdan venekir. Rê li ber rêbazên siyasî û çandinî hatin girtin. Wê demê di nava rêxistinê de hin çemk derketin holê. Hin aliyên ku nedixwestin dest ji jiyana xwe ya ezezî û takekesî berdin derketin holê. Di bîrdoziya rêxistina me de; her tişt ji bo gel tê kirin. Lê hin alî û derdorên timî ji bo xwe difikirîn derketin holê. Ev derdorana xwe bi xwe digotin; 'me gelek tişt kir, êdî em ê bo xwe bikin.' Ev pêvajo di nav hevalan de tê zanîn. Wek pêvajoya Kongra-Gel jî tê zanîn. Bi vê pêvajoyê merhaleyeke nû hate destpêkirin. Di encamê de Kongra-Gel biryara şer da."
Serhed da zanîn ku di wê demê de hêzên navxweyî, herêmî û navnetewî şîroveyan dikir û digotin PKK wê weke berê nikaribe şer bike û wiha domand; "Di gelek derdoran de hatibû nivîsîn û gotin ku; artêşeke ku dest ji sengerên xwe berda be êdî nepêkan e ku careke din berê xwe bide çeperên şer û xwe bigihîne serketinê. Li gorî mînakên cîhanê dibe ku rastiyeke nêrînên bi vî rengî hebin. Mînakên vê yên Kurdistanê û Rojhilata Navîn jî gelek in. Bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê piştî Qasimlo şûn de, hêzên li wir çendî dixwazin gavan bavêjin jî, dîsa nikarin. Li Amerîkaya Latînî û li Rojhilata Navîn jî mînakên vê gelek in. Hin rêxistin 30-40 salan li dû xwe hiştine, dibe ku reng û rêxistinên cuda derbikevin. Lê tevgerên gerîla dema ku şer didin rawestandin, gavekê paş ve davêjin zû bi zû nikarin bikevine şer. Ji ber ku ew sengerên ku li dû xwe hiştine, dijmin ketiyê û tije kirine. Têkiliyên te yên siyasî, aborî, leşkerî û herêmî wekî berê nîn in. Lewma biryara şer xeteriyeke pir mezin jî bi xwe re danî. Her kesî li ser vê biryarê şîroveyan dikir. Şîroveyên wan pir şaş nebûn. Lê tiştekî hesab nedikirin hebû. Ew jî bîrdozî û sosyolojiya PKK'ê bû. Çemk û aliyên heta niha di nav rêxistinê de xwe gihandine roja me, vê rewşa bîrdozî sosyolojîk hesab nedikirin. Ruh û bîrdoziya PKK'ê û yekîtiya bi Rêbertî re hesab nedikirin."
"PÊNGAVA 1'Ê HEZÎRANÊ BI ŞERÊ ZAPÊ RE XWE GIHAND LÛTKEYÊ"
Serhed got, Pêngava 1'ê Hezîranê li ser ruhê berxwedaniyê hat destpêkirin. Pêşengtiya ev ruhê berxwedaniyê jî hevalê Şehîd Adil Bilikî û gelek fermandarên demê kirin û bîranînên xwe yên wê demê bi vî rengî domand; "baş tê bîra min ku wê demê gelekan digot; 'dijmin sînor girtiye, di her gavekê de leşkerek heye û ti kes nikare derbasî Bakurê Kurdistanê bibe.' Heval Adil jî wê demê ev bersivê dabû; 'eger di her gavekê de leşkerek hebe, em ê jî ji nav lingê dijmin re derbas bibin û biçin.' Bi vî awayî hevalên wê demê pêşengtî kirin. Bi têkoşîneke bi vî rengî pêngava 1'ê Hezîranê hate destpêkirin. Ji bo tevgera me pêvajoyeke dijwar bû lê bi hemû kêm û kûrtiyên xwe ve, ev pêngav destpê kir. Encamên vê pêngavê yên xurt bi pêngava li Bakur û ya ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê di 2008'an bi şerê Zapê re xwe gihande lûtkeyan. Şikestina dijmin a di şerê Zapê de ji her kesî re da nîşandan ku PKK bi ruhê xwe yê 15'ê Tebaxê şer dike û niha bêhtir bi hêz e. Partî bi şerê xwe yên Gabar û Zapê hêza xwe îspat kir. Rast e, Serokatiya me niha di destê dijmin de dîl e, lê fermandarên bîrdoziya Serokatî dikarin vî şerî bidin meşandin û hîn pêşdetir bibin jî derkete holê."
"GERÎLA BERSIVÊN HERÎ TUND DA"
Serhed di dewama axaftina xwe de qala şerê ji 24'ê Tîrmehê ve hatî destpêkirin jî kir û wiha got; "Pêngava 1'ê Hezîranê van rastiyan derxistiye holê; ev merhele bû sedem ku dijmin ji 2004'an şûn de û hetanî sala 2010'an Rêbertî muxatab bigire û pêvajoyeke nû despê bike. Di 2013'an de deklerasyona Amedê li ser vî esasî derkete holê. Dijmin piştî vê deklerasyonê dîsa xwest êrîşî qadên gerîla bike, lê ji dest nehat. Niha jî dijmin bi plansaziyên weke çongxistin an jî radestgirtinê dixwaze gelê Kurd tesfiye bike. Lê ev daxwaza wan jî pêk nehat. Ji 2015'an şûn ve pêngaveke şoreşgerî li hemberî şerê topyekûn ê dewleta AKP hat destpêkirin û gerîla bersiv da dijmin. Lê dijmin ne li benda vê bersivê bû. Dijmin 24'ê Tîrmeha 2015'an, ango di salvegera peymana Lozanê de, ku ev Peyman li ser esasê tinekirina gelê Kurd hatibû mohrkirin de, êrîşên berfireh pêk anî. Armanca van êrîşan bêguman dubarekirina Lozanê bû. Dixwestin gelê Kurd di tarîtiya dîrokê de bihêlin. Lê gerîla di heman rojan de bersivên herî tund da dijmin. Gerîla bi hêza ku ji Pêngava 1'ê Hezîranê girtî, îro li çar parçên Kurdistanê di nav şer de ye. Li hemberî çeteyên hov ên DAIŞ'ê ku cîhan nekarîbû pêşî li wan bigre, gerîla sekinî û van çeteyan li gelek qadan têk bir. Her wiha gerîla li hemberî hêzên ku palpiştiya çeteyên DAIŞ'ê dikin jî sekinî û derbên giran li wan jî da. Bi taybetî Erdogan niha weke serokê DAIŞ'ê daxive û kar dike. Hêza me li hemberî kesayetên wisa sekinî. Bi sedhezaran hêzên artêşa Iraqê û ya Sûrî li hemberî van çeteyên DAIŞ'ê nikarîbûn li ber xwe bidin, lê gerîla ango bi gotina wan 'pêlav sor' ew dan sekinandin û hêza xwe dan îspatkirin."
"1'Ê HEZÎRANÊ BÛ HÊVIYEKE MEZIN"
Medet Serhed, Xeyrî Dûrmûş bi bîr anî û got; "Bi gotina şehîdê me yê mezin Xeyrî Dûrmûş; 'Em deyndarê gelê xwe ne, em ê ji bo gelê xwe kar bikin.' Ev pêngav li ser van esasan û li hemberî derdorên takekes û ezeziyê bi vî awayî hate destpêkirin û xwe gihand serketinê. Ev pêngav li ser rêxistinê bandoreke komkirinê çêkir. Her wiha li ser gelê Kurd rastiyeke din derxist holê ku; çi dibe bila bibe, bêyî hêza leşkerî û bêyî hêza xweparastinê ti mafê jiyanê li ser vê xakê nîne."
Serhed bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî; "Ruhê 1'ê Hezîranê, îro jî ji bo me û gel hêviyeke pir mezin e. Niha em 1'ê Hezîrana 2016'an pêşwazî dikin. Ew kes û derdorên ku di dema Pêngava 1'ê Hezîranê de hêviya wan nîn bû, îro hêvî û baweriya xwe bi hêza gel û gerîla hene. Di encamê de em dikarin bêjin ku, 1'ê Hezîrana 2016'an wê bibe bingeha ku; rastiya bingeha azadî û xweseriya gelê Kurd. Pêngava 1'ê Hezîranê wê bibe salvegera rêvekirina Rojhilata Navîn. Di van rojên ku êşên giran tên kişandin de, şehadetên mîna hevalê Azad Sîser û Çekdar Amed pêk hatin em ê ti caran ji bîrnekin. Her wiha di têkoşîna tê dayîn de, li Rojava û Rojhilatê Kurdistanê, rojane em şehadetan didin. Em careke din soza pêkanîna armancên wan didin û bi vê bîr û baweriyê em dibêjin ku 1'ê Hezîrana 2016'an wê pêşengtiya rêvekirina demokrasiyê bike."