Yilmaz Encu li gel Vedat Encu hate definkirin

Cenazeyê Yilmaz Encu yê li Roboskî di êrîşa bombeyî de piştî ku birîndar bibû, îro li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da hate definkirin. Cenazeyê Encu jî li cem Vedat Encu yê di heman êrîşê de jiyana xwe ji dest da hate definkirin.

Cenazeyê Yilmaz Encu yê li Roboskî di êrîşa bombeyî de piştî ku birîndar bibû, îro li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da hate definkirin. Cenazeyê Encu jî li cem Vedat Encu yê di heman êrîşê de jiyana xwe ji dest da hate definkirin. Di merasîma cenaze de li dijî Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan hêrs hebû.

Cenazeyê Yilmaz Encu yê ji gundê Roboskî yê navçeya Qilaban a Şirnexê, di 29'ê Gulanê de dema bazirganiya sînor dikirin ji aliyê qereqolê bi topên ku hatin avêtin bi giranî birîndar bibû li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da, li cem Vedat Encu yê di heman êrîşê de jiyana xwe ji dest dabû hate definkirin. Tevî otopsiya li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê zû jî bi dawî bû, rayedaran ji bo ku beşdariya cenazeyê kêm bibe, cenaze demdirêjî nedan malbatê.

Cenazeyê Encu di saetên êvarî de anîn ber malê û li vir piştî ku helalî hate girtin cenaze birin mizgefta gund, dayika wî li vir cara dawî li kurê xwe mêze kir.

Piştre cenazeyê Encu anîn goristana gund. Encu li vir bi dua û rondikan li cem hevalê wî Vedat Encu yê di heman qatlîamê de hate qetilkirin hate definkirin. Di merasîmê de hêrseke mezin hebû. Ciwanên ku beşdarî merasîmê bûn demeke dirêj nexwestin ji goristanê biçin.

Piştî ku cenaze hate definkirin jin hatin ser gorê û kevirê gorê û axa wî maçî kirin.

Dayikên Roboskî di merasîmê de li hemberî Erdogan hêrsa xwe bi gotinên Erdogan ji bo ku xwîna me ziha bike qatlîaman didomîne. Heta ku êşên me nejî bila Erdogan jî nemire.