Gerîlayê HPG’ê Çelîk ber bi rêwîtiya dawî hate oxirkirin

Gerîlayê HPG’ê Ozan Çelîk (Kûrtay Faraşîn), li navçeya Dêrik a Mêrdînê ji aliyê bi sedan kesî ber bi rêwîtiya dawî hate oxirkirin.

Gerîlayê HPG’ê Ozan Çelîk (Kûrtay Faraşîn), li navçeya Dêrik a Mêrdînê ji aliyê bi sedan kesî ber bi rêwîtiya dawî hate oxirkirin. Di merasîma cenaze de Dayik Hamşî Çelîk a ku got, “Kurê min qehremanek bû”, destnîşan kir ku wê bîranîna kurê xwe di têkoşîna xwe de bidomîne.

Cenazeyê Gerîlayê HPG’ê Ozan Çelîk (Kûrtay Faraşîn) ê 21’ê Gulanê di şerê li milê Uçkûyû ya girêdayî navçeya navendî ya Yenîşehîr a Amedê de jiyana xwe ji dest da, piştî karên otopsiyê yên li Saziya Tiba Edlî ya li Amedê, ji aliyê malbatê hate wergirtin û li warê wî navçeya Dêrik a Mêrdînê hate definkirin. Darbesta Çelîk a li ser wesayîta cenazeyê di têketina navçeyê de ji aliyê gelek kesan bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” hate pêşwazîkirin, girseyê cenaze girt ser milên xwe û anîn Goristana Şêx Osman.

Nimêja cenazeyê gerîlayê HPG’ê Çelîk ji aliyê bavê wî mele Mesût Çelîk hate kirin. Piştî nimêjê, cenazeyê Çelîk bi çepik û dirûşmeyan hate veşartin.

Piştî definkirinê, ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, rêz hate girtin. Piştre, Nûnerê Şaxa Mêrdînê ya MEYA-DER’ê Abdûllatîf Tabar axivî. Tabar got desthilatiya AKP’ê Kurdistan veguherandiye gola xwînê û ev anî ziman: “Em ê li hember van polîtîkayên nîjadperest û qetlîamker serê xwe netewînin.”

Dayika gerîlayê HPG’ê Çelîk, Hamşî Çelîk jî diyar kir ku bi kurê xwe serbilind e. Dayik Çelîk wiha axivî: “Kurê min qehreman bû. Ji bo azadiya gelê xwe li dijî artêşa qetlîamker şer kir û mîrateyek bi rûmet ji me re hişt. Ew ê bîranînên wî rêya me ronî bike.”

Piştî axaftinan merasîma li goristanê bi dawî bû, endamên malbatê û girse ji bo sersaxiyê derbasî mala şînê ya li Taxa Kale bûn.

Beriya cenazeyê Çelîk bê navçeyê jî gelek ciwan ji aliyê polîsan bi hinceta ku wê tevlî merasîma Çelîk bibin hatin binçavkirin û birin Amîrtiya Emniyetê ya Navçeya Dêrikê.