Çeteyên Qesrê hilweşandina Şirnexê didomînin

Li Şirnexê ku dîmenên dagirkeriyê lê hene, çeteyên Qesrê li avahiyên bilind alên Tirk dadilqînin.

Li Şirnexê ku dîmenên dagirkeriyê lê hene, çeteyên Qesrê li avahiyên bilind alên Tirk dadilqînin.

Li Şirnexê ku êrîşên qirkirinê yên hêzên dewletê 78 roj li pey xwe hiştin, çeteyên Qesrê bi teqemeniyan malan hildiweşînin, li avahiyên bilind jî alên mezin ên Tirk dadilqînin.

Li taxên Yenî, Bahçelî, Îsmetpaşa û Cûmhûriyetê jî gelek mal tên şewitandin. Malên li taxên Bahçevlîevler û Yenî jî bi teqemeniyan hildiweşînin.

Li bajarê ku dîmenên dagirkeriyê dide, tîmên taybet ên Qesrê li avahiyên bilind alên mezin ên Tirk dadilqînin.