Êzidiyan û HPC'ê destek dan kampanya 'Ez naçim'

Nûnerê Mala Êzidiyan a Kantona Cizîrê û fermandarên HPC'ê bal kişandin ser polîtîkayên koçberkirinê yên li hemberî Rojavayê Kurdistanê tên meşandin û banga "vegera li Rojava" li mirovên çûne derveyî welat kirin.

Kampanya "Ez naçim" a ji aliyê yek ji pêkhateyên TEV-DEM'ê Saziya Yekîtî û Piştgiriya Gelan (SYPG) ve hatiye destpêkirin, dewam dike. Desteka ji bo kampanyayê jî zêde dibe. Nûnerê Mala Êzidiyan a Kantona Cizîrê û fermandarên HPC'ê bal kişandin ser polîtîkayên koçberkirinê yên li hemberî Rojavayê Kurdistanê tên meşandin û banga "vegera li Rojava" li mirovên çûne derveyî welat kirin.

XWEDÎ LI GELÊ ME YÊ LI ROJAVA DERKEVIN

Ji fermandarên Hêzên Parastina Civakî (HPC) Xelîl Mûhammed, koçberiya ji Rojava û kampanya "Ez naçim" ji ANF'ê re nirxand û got, "Ez ji mirovên dibêjin 'li Rojava mafê min heye' dibêjim; werin û xwedî li mafê xwe derkevin."

Xelîl ji bo mirovên Ewropayê weke xilasiyê dibînin û koçî Ewropayê dikin ev bang kir: "Ji bo koçkirina ji Rojava ti sedemeke we nîne. Ev der axa bav û kalan e. Li nava Rojava ne tenê şer heye, tiştên bedew jî hene. Eger tu Rojava biterikîne, ev di heman demê de tê wateya terikandina bav û kalan, tê wateya revê. Eger tu îro derkeve û biçe, wê kesek tinebe ji te re bêje 'were ez xwedî li mafê derketim, dema tu çûbû'. Rojekê eger tu vegere, wê te tine bihesibîne. Ji ber vê yekê, ji her kesên dengê min dibihîzin re diêjim; veger û li axa xwe, rûmeta xwe xwedî derkevin."

Hevserokê Mala Êzidiyan a Kantona Cizîrê Îlyas Êzidîxan da xuyakirin, ku gelên li Rojava di nava şert û mercên wekhev de dijîn, dijminên şoreşê vê biratiyê dikin hedef û ji ber êrîşên çeteyan ciavka Êzidî jî koçî Ewropayê kiriye. Êzidîxan diyar kir, armanca van êrîşan bêmirovhiştina Rojava ye.

Îlyas Êzidîxan got, "Piştî ku komek ji çeteyan hat Rojava, civaka me ya Êzidî tirsiya. Li du gundên Êzidiyan ên li Serêkaniyê, çeteyan komkujî kirin û gele mirovên me şehîd ketin. Lewma civaka me ya Êzidî tirsiya. Ji ber vê yekê ji Rojava koç kir. Piştî ku ev çete ji Rojava hatin derxistin, beşek ji mirovên koç kirin, vegeriyan. Lê gelek mirovên me, bi taybetî jî Êzidî çûn Ewropayê.

Êzidîxan ev bang li Êzidiyên piştî êrîşên çeteyan çûne Ewropayê kir: "Bia vegerin. Dema mirov li siyaseta li hemberî Rojava tê meşandin dinêrin, dibînin ku dixwazin me ji xaka bav û kalan, ji koka xwe werin qutkirin. Civaka me ya Êzidî dibêje 'Ez ê biçim Ewropayê û vegerim'. Lê belê em dibînin yên çûne careke din venagerin. Ji ber ku yên diçin tevî hemû malbata xwe diçin. Xaka me ay Rojava îro rengîn û bedew e. Rojên zor û zehmet qediyan. Pêwîste mirov di demên zehmet de jî, di demên baş de jî welatê xwe neterikînin û xwedî li welatê xwe derkevin."

ÊZIDIYÊN LI EWROPAYÊ NASNAMEYA XWE JI DEST DIDIN

Êzidîxan da zanîn, di şoreşên welatên din de mirov birçî dimînin, lê tevî vê yekê jî axa xwe naterikînin û got, "Lê îro di şoreşa Rojava de kes birçî nîne. Mirov di nava rehetiyê de welatê xwe diterikînin û diçin Ewropayê. En li vê derê rûmeta we û ya bav û kalên xwe diparêzin. Yên xaka xwe diterikînin di heman demê de rûmeta xwe diterikînin."

Hevserokê Mala Êzidiyan Îlyas Êzidîxan işaret bi polîtîkaya asîmîlasyona li ser nasnameya mirovên koçî Ewropayê kirine kir û got, "Li wê derê ji her alî ve winda dibin. Dibêjin 'em ji bo siberoja zarokên xwe diçin' Lê zarokên wan di nava civaka li wir de dihele. Li wê derê ne çand, ne malbat ne jî ol dimîne. Zimanê xwe jî ji bîr dikin. Li Ewropayê emr kêm e. Em welatê xwe, axa xwe, axa bav û kalên xwe neterikînin û neçin cihên xerîb."

Êzidîxan herî dawî got, "Firsenda her kesî heye ku vegere. Li ax û jiyana xwe vegerin. Li mal û milkên xwe xwedî derkevin û vegerin."

...