Yuksekdag: AKP û Qesr ji bo tolgirtinê êrîşî Geverê dikin

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag piştî lêkolîna li Gever a ku 79 rojan di bin êrîşên çeteyên Qesrê de mabû axivî û anî ziman ku desthiladariya AKP û Qesr ji bo tolgirtinê bajar hilweşandin.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag piştî lêkolîna li Gever a ku 79 rojan di bin êrîşên çeteyên Qesrê de mabû axivî û anî ziman ku desthiladariya AKP û Qesr ji bo tolgirtinê bajar hilweşandin.

Heyeta ku ji HDP,DBP,DTK û HDK'ê pêk dihat ji bo lêkolinê li navçeya Geverê ya Colemêrg a ku 79 rojan di bin dorpêç û qedexeyê de bû, hatin Geverê. Heyeta ku Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag, Hevserokên Giştî yên KCD'ê Hatip Dicle û Leyla Guven, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel, Hevseroka HDK'ê Gulistan Koçyîgît û gelek parlementerên HDP'ê yên Wan, Hevşaredarên Bajarê Mezin ya Wanê Hatîce Coban û Bekîr Kaya jî di nav de ne hatin navçeyê. Heyet di ketina navçeyê ji aliyê parlamenterên HDP'ê yên Colemêrgê Selma Irmak, Abdullah Zeydan û Nihat Akdogan ve hat pêşwazîkirin. Heyeta di serî de serdana şaredariya navçeyê kirin, pîştre çûn taxên Kişla, Orman û Cumhuriyetê yên pêvçûnên herî zêde lê qewimîbûn. Piştî hin lêkolîn û serdana gel heyeta ku li taxên hatine şewîtandin û talankirin geriyan û lêkolîn pêk anîn.

Heyetê wehşeta hatiye kirin li taxan dîtin, malên ku yek bi yek ji aliyên çeteyên Qesrê ve hatin hilweşandin yek bi yek lêkolîn kirin. Heyet bi welatiyên ku malên wan hatine hilweşandin re civiyan û welatiyan eleqeyek zêde nîşanî heyetê da.

DICLE: TI WATEYA GOTINÊ NEMAYE

Piştî lêkolînên li nav taxan li pêşiya avahiyekî ku ji aliyên çeteyên Qesrê ve hatibû hilweşandin daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Hevserokê KCD’ê Hatîp Dicle di destpêkê de axivî û anî ziman ku bajar ji aliyê hêzên dewletê ve hatine hilweşandin û wiha got: “Ti wateya gotinê nemaye.”

Dicle wiha axivî: “Heta îro me li ser televîzyonan êrîşên Îsraîliyan yên li ser gelên Filistîn dikirin û malên wan dişewitandin û hildiweşandin didît. Îro bi zindî heman kiryar li Geverê me dîtin. Me careke din jî dît ku dewleta Tirk xwedî heman hişmendiya Îsraîlê ye. Hovîtiya li ser Filîstîn îro bi heman şêweyî li Geverê hate pêk hat. Zilm li gelê Geverê hatiye kirin.”

Dicle diyar kir ku kesên ku ev wehşet kirine wê hesab bidin gel û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Dewlet, divê mal û ruhê gel biparêze, lê mixabin dewleta Tirk weke tolê ji gel distîne êrîşî Geverê kir, êrîşî can û malê gel kir û kargeh hatine texrîbkirin. Li hember vê gel pir bi hêrs e, wê ev gel hesabê van kiryaran bixwaze. Lê, gelo wê bersiva we ya ji bo gel çi be?”

'HEMAN DÎMEN LI CIZIR Û NISÊBINÊ JÎ HENE'

Piştî Hatîp Dîcle, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag çavderiyên ku li taxan kirin bi van hevokan anî ziman: "Tiştên ku me li vir dîtin bi rastî jî gotin têr nakin. Ne tenê li Geverê, hêza dewletê li Kurdistanê wehşetek daye destpêkirin. Heman dîmen li Cizîr û Nîsêbînê jî hene. Dewlet ne tenê li Gever li ser hemû gelê Kurd ên ku girêdayî HDP'ê û têkoşina azadiyê ne, dixwaze hêrsa hilbijartinê ji serê wan derxîne û ji xwe bitirsîne. Dewlet bi van êrîşan ve hewl dide çavên gelê Kurd bitirsîne. Lê bila baş bizane ku gelê Kurd natirse û zêdetir ji dewletê aciz e." Figen Yuksekdag di lêkolîna li Geverê pêk anî de diyar kir ku dewlet bi êrîş û talankirinê dixwaza gelê Kurd bi hêza xwe bitirsînê, lê gelê Kurd ji berê zêdetir bihêz e, bila ew ji gelê Kurd bitirsin.

Yuksekdag di axaftina xwe de destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ’ê li gel çeteyên Qesrê li hemberî ciwanên Kurd şer dikin, bal kişand ser dîmenên ku derketin holê. Yuksekdag ev pirs kirin: “ Dihat gotin çeteyên DAIŞ’ê hatine dîtin. Yên ku dizanin hatine kuştin û cenazeyên wan diyar nakin jî hene. Lê hikûmeta Qesrê ti bersivê nadin. Serokkomarê welatekî, şideta polîsan a li Fransayê şermezar dike. Baş e, kê bajar xistine dorpêçê û texrîp kirine? Ji bo vê tu polîsên Fransayê şermezar dikî?”

Yuksekdag diyar kir ku çawa piştgiriyên ji bo bajarên xwerêveberiyê hatin kirin divê heman piştgirî ji bo gelê Geverê jî bê kirin. Yuksekdag wiha aixivî: “Ew tenê kuştin û hilweşandinê dizanin. Em jî ji nû ve avakirinê, jiyînkirinê. Em ê bi gelê Geverê re di nava piştgiriyê de bin. Em ê vegerînin bajarê berxwedan û azadiyê. Çawa ku gelên Tirkiyeyê ji bo bajarê din piştgirî kir, divê ji bo Geverê jî bikevin nava hewldan û xwedî lê derkevin. Em ê bajar vegerînin cihê biratî û piştgirîkirinê.” Bang li her kesî kir ku piştgirî bidin gelê Geverê.

TUNCEL: YÊN ÇAV BERDANE PÊŞEROJA ME BILA BITIRSIN

Hevseroka DBP’ê Sabahat Tuncel jî peyama “em ê bi gelê Geverê re di nava piştgiriyê de bin” da. Tuncel wiha anî ziman: “Yên ku vî welatî bi rê ve dibin bila ji hêrsa gel bitirsin. Yên ku dixwazin hêviya pêşeroja me bibin, bila bitirsin. Ev hêrs wê vê hikûmetê jî bi xwe re bibe.”

Tuncel diyar kir ku AKP’ê li Geverê çi bi ‘Birayê xwe yê Kurd kir’ dîtine. Tuncel wiha got: “Ev tenê ne ji bo Geveriyan, li hember tevahî gelê Kurd kirin. Kurd hene û wê her tim jî hebin. Wê têkoşîna xwe li her derê bi jin û ciwanan dewam bikin.”

Piştî axaftinan endamên heyetê, lêkolîn û civînên xwe yên li navçeyê qedandin. Ber bi Colemêrgê ve ketin rê. Tê payîn ku bi gel re bicivin.