HDP’î û DBP’î bi gelê Geverê re civiyan

HDP’e li dijî derbeya Qesrê di çarçoveya “Hevdîtinên Gel” de bi gelê Colemêrgê re civiya.

HDP’e li dijî derbeya Qesrê di çarçoveya “Hevdîtinên Gel” de bi gelê Colemêrgê re civiya. Di hevdîtinê de Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag axivî, diyar kir ku li dijî siyaseta şer û tundiyê wê HDP’ê pêşxistina çareseriyan bidomîne, got: “Em reheta kesên ku bi rejîma şer Qesr ava kirine xira bikin.” Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tûncel jî got, “Li Kurdistanê gotin berxwedan e.”

Heyeta HDP, DBP’ê ya Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tûncel, Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û parlamenterên HDP’ê Selma Irmak û Adem Geverî jî tê de ne, li Geverê ku 79 rojan ji aliyê hêzên dewleta Tirk hate talankirin, lêkolîn kirin û piştre derbasî navenda Colemêrgê bûn. Heyet ji bo Hevdîtina Gel a li dijî derbeya Qesrê hate bajêr, li vir rastî eleqeyek mezin hat.

Heyet li garajê bi dirûşmeyên “Em Ê Bi Berxwedanê Bi Ser Kevin”, “Şehîd Namirin”, “Bijî Berxwedana Geverê” hate pêşwazîkirin.

Li vir Hevseroka KCD’ê Leyla Guven gel silav kir, got tevî hemû astengiyan jî wê bi gel re bicivin. Guven çavdêriyên xwe yên li Geverê ragihandin, got,”Me li Geverê dewleta talanker dît. Dibêjin, ‘an hûn ê serî bitewînin an jî em ê malên we bi ser we de hilweşînin.’ Em bi van tiştan natirsin. Dewlet li gor xwe hilbijêrên HDP’ê ceza dike. Ew çi dikin bila bikin em  ê rojên xweş bibînin. Birêz Ocalan 19 sal in li girtîgehê serî netewand. Em ê jî serî netewînin. Em ê ji bo Birêz Ocalan li ber xwe bidin.”
 

YUKSEKDAG: DESTHILATDARIYA AKP Û QESRÊ JI BO VÎ WELATÎ BÛYERÊN HERÎ NEBIXÊRÊ NE

Hevseroka HDP’ê Fîgen Yuksekdag jî anî ziman ku HDP’e bi bedelan hatiye meclîsê.

Yuksekdag got, “Em, di bin gulebaranê de hatine van rojan” û wiha axivî: “Em bi hêsanî nehatine van rojan. Ti êrîşan hêza berxwedana gelê me neşikandine.” Yuksekdag diyar kir ku gelên bindest li dijî desthiladtariya AKP’ê û Qesrê rabûne û azadiyê temsîl dikin. Yuksekdag wiha nirxand: “Şikur ji Xwedê re em di rêya rast de ne. Her demê em dizanin ku aîdî kû ne. Ti deman me ji bîr nekiriye ku em aîdî kû ne û li cihê şaş jî nesekinîne. Desthiladariya AKP û Qesrê ji bo vî welatî bûyerên herî nebixêrê ne.”

Yuksekdag di berdewamiya axaftinên xwe de operasyonên nelirêtî û diziya 19-25’ê Kanûnê bi bîr xist û wiha got: “Ji bo ku diziya wan eşkere nebe, naxwazin ku li Kurdistanê şer bi dawî bibe. Yê di Qesrê de naxwaze ev şer bi dawî bibe. Ji ber ku ev şer bi dawî bibe wê dizî û nelirêtî û sucên mirovtiyê eşkere bibin.”

Yuksekdag da xuyakirin ku HDP li dijî siyaseta şer û şîdetê wê pêşxistina rêyên çareseriyê dewam bike û wiha anî ziman: “ Em ê rehetiya kesê ku bi rejîam şer Qesr ava kirine xira bikin. Bi bawer bin dema ku destlêndayîna wan jî rabû, bi ser bilindî nikarin di nava gel de bigerin.”

TUNCEL: EM Ê XWE JI XWECIHÎ VE BI RÊXISTIN BIKIN

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncel diyar kir ku Kurdistan di bin dorpêçê de ye, bi şerê AKP’ê dayî destpêkirin ve bi hezaran kes bandor bûn. Tuncel gotinên Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ‘Me pêvajoya çareseriyê xistiye sarincê” bi bîr xist û wiha got: “Ma em hesabên van naxwazin? Ji roja ku wan pêvajo xistine sarincê ve bi hezaran kes ji şer bandor bûn, 2 milyon mirov ji warên xwe koç kirin. Niha jî ew bûne alîgirên aştiyê û em jî bûne beşên ku şer dixwazin.”

Tuncel wiha anî ziman, “Li Kurdistanê soz berxwedan e” û wiha axivî: “Hêviya xwe qet winda nekin. Wê roj were AKP wê hesab bide vî gelî. Yên li Enqereyê me neçarî şer û mirinê dikin. Em qedera xwe radestî kesî nakin û em ê xwe ji xwecihî ve bi rêxistin bikin.”

Tuncel gotinên xwe bi banga ji bo piştgiriya gelê Geverê re bi dawî kir.

Wê heyet bi saziyên civaka sivîl yên li bajêr re jî bicive.