KCK: Faşîzma AKP'ê wê têk biçe, Kurdistan wê azad bibe

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê: Vîna qewîn a pêngavên 15'ê Tebaxê û 1'ê Hezîranê wê faşîzma AKP'ê têk bibe, Tirkiyeyê demokratîk bike û Kurdistanê azad bike.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi wesîleya salvegera Pêngava 1'ê Hezîranê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em hemû şehîdên xwe yên pêngava 1'ê Hezîrana 2004'an dan destpêkirin, ku pêngava duyemîn a 15'ê Tebaxê ye, bi minetdarî û rêzdarî bibîr tînin. Lehengên ev Pêngava 1'ê Hezîranê dan destpêkirin, careke din nîşanî tevahiya cîhanê dan ku gerîlayên dihat gotin, 'tesfiye bûne, nema dikarin careke din rabin ser piyan' xwedî bawerî, vîn û tecrûbeyeke çawa ne."

Daxuyaniya KCK'ê wiha dewam kir:

"Dema AKP hat ser desthilatdariyê, Tevgera Azadiyê ya Kurd gerîla derxistibû derveyî sînorên Tirkiyeyê û rewşeke bêşer a 2 salan hebû. Tevgera me, beriya AKP bê ser desthilatdariyê û piştî hat ser desthilatdariyê gelek caran ji bo demokratîkbûyîn û çareseriya pirsgirêka Kurd bang kiribû. Tevî ev bangên me bi israr hatin dubarekirin jî, lîderê AKP a hat ser desthilatdariyê got, 'eger hûn lê nefikirin, hingî pirsgirêk jî nîne'. Tayyîp Erdogan û hikûmeta AKP'ê, mîna hemû rayedarên dewletê ketin nava şaşîtiya 'gerîla nema dikare têbikoşe'. Ji ber vê yekê, tevî hemû israran jî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gav navêt. Tevgera me di wê demê de ewçend bi israr bang kir, ku gelê me, dostên me û hêzên demokrasiyê li pêşberî van bangên me yên bi israr matmayî ma bûn.

Hêzên komploger ên navneteweyî yên Rêber Apo dîl girtin, hevkarên wan û desthilatdariya AKP'ê xwestin tevgera me ya azadiyê ji hundir ve parçe bikin û pêşî li Pêngava 1'ê Hezîranê bigirin. Lê belê ti ji van hewldanan nikarîbûn li pêşiya têkoşîna me bibe asteng. Piştî ku pêngava me ya gerîla di demeke kurt de desthilatdariya AKP'ê tengav kir, Tayyîp Erdogan serî li tevgera me da û jê xwest, agirbestê îlan bike. Tevgera me ji Tebaxa 2005'an û vir ve gelek caran agirbest îlan kir û ji bo demokratîkbûyîn û çareseriya pirsgirêka Kurd firsend da desthilatdariya AKP'ê. Tayyîp Erdogan û desthilatdariya AKP'ê bi samîmî nêzî ti dema bêşer nebûn. Lewma şert û mercên çareseriyê yên li nava civaka Tirkiyeyê û rewşa siyasî derketin holê, bi çêkerî bi kar nanîn.

Niha baştir xuya dibe; haya Tayyîp Erdogan ne ji Pêngava 15'ê Tebaxê heye, ne jî ji encamên siyasî, leşkerî û civakî yên Pêngava 1'ê Hezîranê ku pêngava duyemîn a 15'ê Tebaxê ye, heye. Ji Erdogan heye; hêza parastina rewa ya şoreşa Kurdistanê gerîla, bi tenê hêzeke leşkerî ye. Halbûkî hem 15'ê Tebaxê, hem jî Pêngava 1'ê Hezîranê ji aliyê siyasî, civakî û çandî ve destketiyên berfireh û xurt afirandine. Ev nirxên siyasî, civakî û çandî yên hatine afirandin, şoreşa Kurdistanê ewçend qewîn kirine, ku nayê têkbirin.

1'ê Hezîranê hem nirxên 15'ê Tebaxê parastiye, hem jî weke pêngaveke ji aliyê wê ve hatiye afirandin, nirxên nû derxistiye holê, komploya navneteweyî û hemû êrîş pûç kiriye, Tirkiye xistiye ser rêya demokratîkbûnê û Kurdistan jî nêzî azadiyê kiriye. Faşîzma AKP'ê û hevalbendên wê, ji ber ku ji demokratîkbûna Tirkiyeyê û azadbûna gelên Tirkiyeyê ditirsin, piştî 23'ê Tîrmehê dest bi êrîşeke topyekûn kirin. Lê belê, ji ber ku haya wan ji hêza çandî, civakî û siyasî ya gel a bi Pêngava 15'ê Tebaxê û 1'ê Hezîranê derket holê nîne, mîna dema beriya komploya navneteweyî Tirkiye xistin nava rewşeke bêçare.

Tayyîp Erdogan, Gladyoya Qesrê û hemû hevalbendên wan ên faşîst dest bi bikaranîna hemû derfetên dewletê kirin û ji wan hebûn ku bi plana têkbirinê û şerê kirêt dikarin Tevgera Azadiyê ya Kurd tesfiye bikin. Lê dîtin ku bi xwe têk diçin. Erdogan ê faşîst û hevalbendên wî çiqasî dikin qareqar bila bikin, çiqasî fethên xeyalî dikin bila bikin, çiqasî dibêjin me eciqand û têk bir bila bêjin, çawa ku Pêngava 1'ê Hezîranê dengê yên ev qareqar dikirin birî, wê berxwedana gerîla û vîna xwerêveberiyê ya gel, dengê Tayyîp Erdogan û serokwezîrê wî yê bê profîl jî bibire."

Di dawiya daxuyaniya KCK'ê de hat gotin, "Gerîla, gelê Kurd û hêzên demokrasiyê yên bi dehan salan têkoşîna azadî û demokrasiyê meşandin, di nava şert û mercên herî giran ên faşîzmê de têkoşîna xwe didomînin. Vîna qewîn a pêngavên 15'ê Tebaxê û 1'ê Hezîranê wê faşîzma AKP'ê têk bibe, Tirkiyeyê demokratîk bike û Kurdistanê azad bike."