Muslim: Em xwedî proje û hêza çareseriyê ne

Muslim diyar kir, çareseriya aloziya Sûriyeyê ji derve ve nabe û ji bo çareseriyê işaret bi Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê kir. Muslim got, "Hêza me ya afirandina çareseriyê heye. Sîstema em pê bawerin wê bibe çareseriya aloziyê."

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim, mijarên xitimandina civînên Cenevre-3, xebatên dîplomasiyê yên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û vekirina nûnertiyên Rojava li welatên Ewropa ji ANF'ê re nirxand.

DESTWERDANÊN LI SÛRIYEYÊ CIVÎNA CENEVRE-3 XITIMAND

Muslim di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku neqebûlkirina Kurdan wek nûnerên Rojava li civînên Cenevre-3 û beşdarkirina hin kesayet û tevgerên ku li gor berjewendiyên dewletên navneteweyî dixebitin hişt ku civîna Cenevre-3 encam negire. Muslim got: "Li erdê em hene, hêza me heye. Li her sê Kantonan (Kobanê, Cizîr, Efrîn) projeyeke xwerêvebirinê li ser bingeha demokrasiyê heye û em vê projeyê pêşkêşî tevahî Suriyeyê dikin da ku ji sîstema navendî ya dîktator xilas bibe. Heya niha, ti hêzan ji bo demokratîkkirina Sûriyeyê ti proje pêşkêş nekirine. Lê tevlîbûna van hêzan li civîna Cenevre-3 girêdayî berjewendiyên dewletên din e. Ji wan Tirkiye , Erebîstana Siûdî û Qeterê ne heyranê çareseriya Suriyeyê ne. Ew li berjewendiyên xwe digerin. Çi bi serê gelên Suriyeyê bê, ji wan re ne xem e."

Muslim destnîşan kir ku dewletên menfeata wan ji aloziya Suriyeyê tê qet nahêlin çareserî pêk were, lewma hewldanên wan ên gurkirina aloziyê her tim hene. Muslim got: "Piştî çend saetên ji ragihandina agirbesta ku ji bo destpêkirina civîna Cenevre-3 hate îlankirin, Tirkiyeyê berê komên çete wek Ehrar Al-Şam, Tugaya Sultan Murad û Cebhet Al-Nusra dane kantona Efrînê û di heman demê de ev komên çete li taxa Şêxmeqsûdê dest bi topebarana taxê kirin. Armanc binpêkirina agirbestê ye. Ew naxwazin çareserî li Suriyeyê bê çêkirin, dixwazin li ser xwîna miletê Suriyeyê bercewendiyên xwe ava bikin."

Muslim anî ziman ku hêzên navnetewyeî yên ku li ser aloziya Suriyeyê xwe ava dikin hiştin ku komên radîkal (Ceyş Al-Îslam) beşdarî Cenevre-3 bibin, ew gav avêtin ji ber ku dizanin civaka navneteweyî hêzên radîkal qebûl nakin û ev dibe sedema rawestandina çareseriyê, Muslim got: "Ceyş Al-Îslam bi çekên kîmyewî êrîşî gelê me kir li Şêxmeqsûdê û pêkhateyê din wek Ereb û Turkmen di taxê de hebûn. Erebîstana Siûdî û Tİrkiye li pişt van hêzên radîkal in. Dizanin ku civaka navneteweyî van hêzan qebûl nake, lê piştgiriya wan kirin û bi navê opozîsyonê ew tevlî civîna Cenevre-3 kirin. Lê armac ew e ku çareserî neyê dîtin."

Muslim der barê rewşa Kurdan a li van civînan de anî ziman ku hin hevdîtin ji aliyê De Mistore ve bi wan re hatine çêkirin û hatiye bilêvkirin ku wê Rêveberiya Xweser di civînên pêş de amede be. Muslim da xuyakirin ew soz ne fermî ye, tenê bilêvkirine û got: "De Mistore û gelek kesayetên din bi me re hevdîtin û civîn çêkirin. Ne li ser maseya Cenevre-3, ji me re hate gotin ji gelek aliyan ku wê Rêveberiya Xweser li civînên Cenevre-3 yên pêş de amede bibin. Lê ne bi awakî fermî hate gotin, tenê ew sozên bi dev in."

Muslim teqez kir ku yê nûnertiya Kurdan û Rojava di civîna Cenevre-3 bike tenê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk e û ji bilî wan ti kes nikare bibêje ez nûnerê Kurdan im. Muslim got: "Me di salên Şoreşê de gelê xwe parast, pêkhateyên li Rojava dijîn ew jî me parastin, ew erkê me bû. Niha di civînên Cenevre-3 de ji bilî me kes nikare bibêje ez nûnerê Kurdên Rojava me. Projeya me ya çareseriyê heye, lê ew kesên qaşo bi nav Kurdan yên bi Rêjîma Beas an Muxalefeta Suriyeyê re diçin Cenevre-3 ne ji aliyê Kurdên Rojava hatine qebûlkirin, ne projeya wan ji bo Rojava heye. Yên nava rejîmê de nûnerê siyaseta rêjîmê ne û yên nava Muxalefetê temsîla Itîlafa ku komên girêdayî wan gelê me li Şêx Meqsûdê kuştin dikin. Yê ku Rojava parast em in, gel û pêkhateyên li Rojava em qebûl kirine. Nûnerên rast yê Rojava tenê Rêveberiya Xweser e."

XEBATÊN PYD'Ê YÊN LI DERVE

Der barê xebatên derve yên PYD'ê de Muslim da zanîn ku ew xebat tê kirin bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk in ji ber ku PYD'ê beşeke ji Rêveberiyê.

Muslim got: "Xebatên me yên derve dikevin xizmeta gelê me yê Kurd li Rojava. Em li ser esasê parastina û xwedîderketin li nirxên civaka xwe dixebitin. Ev xebat tevî ku li ser navê PYD'ê tê meşandin, lê xebata Rêveberiya Xweseriya Demokratîk tevahiye. Em beşek ji Rêveberiyê ne, çi serketin di aliyê dîplomsî de bê qezenckirin, ew dibe para Rêveberiyê."

Muslim anî ziman ku vekirina nûnertiyên Rêveberiya Xweser li derve û dewletên Ewropa gaveke berçav û encama xebatên tê kirin e. Muslim got: "Nûnertiyên Rêveberiyê yên li gelek dewletên derve hatine vekirin bi erêniya wan dewletan û li gor zagonên wan hatine vekirin. Ev tê wê wateyê ku ev dewletên han Rojava û sîstema wê qebûl kirine. Ev gaveke girîng e ji bo me. Ew encama xebateke bê hempa ye hatiye meşandin ji aliyê me de. Ew dewletên ku qebûl kirin nûnertiyên Rojava ligel xwe vekin, Kurd baş naskirine, dizanin ku projeya me parastina demokrasî, wekhevî û aştiyê dike."

Muslim li ser nûnertiyên ku hatin vekirin got: "Ev nûnertî ne wek Konsolosxaneyên navbera dewletan e. Lê bi rêya van nûnertiyan dewletên derve dikarin têkiliyên xwe yên fermî bi Rojava re zêde bikin, bibe cihekî nasînê ji Rojava re li derve. Û ya herî girîng ku nûnertî dikare alîkariyê bide gelê me yê li derve."

Muslim got, "Me ji cem xwe ve ev nûnertî venekirine. Ji xwe nabe em ji cem xwe ve vekin. Ev nûnertî li her dewletekê li gor zagonên wan hatiye vekirin. Me hurmet nîşanî zagonên wan dan. Wan jî hurmet nîşanî îradeya me dan. Vekirina nûnertiyan karekî fermiyetê ye, tu kes nikare înkar bike." 

'EM XWEDÎ HÊZEKE DIKARIN ÇARESERIYÊ BAFIRÎNIN E'

Di axaftina xwe de der barê çareseriya aloziya Suriyeyê Muslim da zanîn ku sîstema Federaliya Rojava-Bakurê Suriyeyê ji bo xwerêveberinê li her deverên Suriyeyê çareseriyeke pêkhateyên Suriyeyê ji sîstema navendî a dewletê xilas dike. Muslim got: "Hêza me ya afirandina çareseriyê heye. Sîstema ku em pê bawerin ku wê bibe çareseriya aloziyê jî heye. Di nerîna me de, çareseriyên ji derve de bên wê neyên qebûlkirin. Çareseriya aloziya Suriyeyê divê ji hundir be û bi destê Suriyan be. Ne li wan bê ferizkirin. Federaliya Rojava-Bakurê Suriyeyê ne tenê ji bo Rojava ye, em ê hewl bidin ku ev sîstem ji tevahî Suriyeyê re be."

...