Li Silêman Begê êrîş li Heşdî Şebî hat kirin
Hêza milîsên Şîa Heşdî Şebî, ku xwe ji Dûz Xurmatû vekişand aliyê Bexdayê, bû hedefa êrîşeke xwekujî. Di vê êrîşê de herî kêm 3 kes mirin, 14 kes jî birîndar bûn.

Hêza Heşdî Şebî di encama peymana navbera Hikûmeta Navendî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê de ji bajarê Dûz Xurmatû derket. Li hemberî vê hêzê, li benda kontrolê ya Silêman Begê êrîşeke xwekujî hat kirin. Du êrîşkaran saet di 11:30 de êrîşî Milîsên Şîa yên di vê benda kontrolê re derbas dibûn, kirin. Êrîşkaran, bombeyên li xwe pêçandibûn, dema kom derbas dibû teqandin. Tê gotin, dibe ku ev êrîşkar çeteyên DAIŞ'ê bin.
Berdevkê Qeymeqamtiya Dûz Xurmatûyê Mihemed Fayiq bûyer piştrast kiriye û anî ziman, heta niha 3 kes mirin e, 14 kes jî birîndar in.