YPG’ê nasnameya 4 şervanên xwe eşkere kir

Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê diyar kir ku di berxwedana şervanên YPG/YPJ’ê ya li Taxa Şêx Meqsûdê de Endamê Meclîsa Leşkerî Şîyar Amed û 3 hevrêyê wan jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê diyar kir ku di berxwedana şervanên YPG/YPJ’ê ya li Taxa Şêx Meqsûdê de Endamê Meclîsa Leşkerî Şîyar Amed û 3 hevrêyê wan jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir ku di berxwedana Taxa Şêx Meqsûd a Helebê ya li hemberî çeteyên Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê (SÛK) û ENKS’ê de, Endamê Meclîsa Leşkerî ya YPG’ê Şiyar Amed û 3 hevrêyên wan jiyana xwe ji dest dane.

Daxuyaniya YPG’ê wiha ye:

“Şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li tevahî cîhanê bûne mînakek sereke ji hêz û baweriyê, vê rastiyê jî tevlîbûna ji hemû aliyên dinyayê di nava şoreşê nîşan dide. Li eniyên şer li Taxa Şêx Meqsûd, cihê ku ev demeke dirêje bûye armanca êrîşên hovane, li herêma Seken El-Şebabî, yekîneyên me bi hêz û cesareta xwe bersîva hemû êrîşên çeteyên Koalîsyona Netewî ya Sûriyeyê didin. Di 29’ê Gulanê di şer û berxwedana dijî çeteyên êrîşkar, endamê Meclisa Leşkerî ya Taxa Şêx Meqsûd, Şiyar Amed û sê hevriyên xwe ku di sekinandina operasyonên dijmin heta dawiyê li ber xwe dan û gihiştibûn şehadetê. Şehîd Şiyar ji yekem kesayetan bû ku di rêxistin û parastina gelên Rojava de xizmetek mezin ji xwe bi cih hiştibû.

Wan lehengan dîsa dîrok bi xwîna xwe ya zelal nivîsandin, bîranîna wan wê her tim di dilê me de be û têkoşîna wan wê bibe esas û armanca berdewamiya hemû xebatên me. Şehîdên me ti carî ser netewandin, jiyanek bindest ji gelê xwe re qebûl nekirin, ji milletê xwe hezkirin û biratiya di navbera wan de di dilê xwe de parastin.

Weke YPG û YPJ, di serî de malbatên her çar pakrewanan em ji tevahî gelên Rojava re sersaxiyê dixwazin. Em soz didin bi şopandina rêya şehîdan, heya dawiyê di bicihanîna hêviyên wan de têbikoşin.”

Nasnameya şervanên YPG’ê wiha ne:

Nasnav: Şiyar Amed

Navê û Paşnav: Mihemed Şêxo

Cihê Jidayikbûyînê: Mersaw, Efrîn

Navê Dayik: Sidîqe

Navê Bav: Xerîb

Cih û Dîroka Şehadetê: Seken El-Şebabî, Şêx Meqsûd / 29-05-2016

***

Nasnav: Çekdar

Navê û Paşnav: Mistefa Hesen

Cihê Jidayikbûyînê: Qertqûlaq, Efrîn

Navê Dayik: Îlham

Navê Bav: Menan

Cih û Dîroka Şehadetê: Seken El-Şebabî, Şêx Meqsûd / 29-05-2016

***

Nasnav: Piling Kobanê

Navê û Paşnav: Mihemed Bekir

Cihê Jidayikbûyînê: Kolîo, Efrîn

Navê Dayik: Emîre

Navê Bav: Waîl

Cih û Dîroka Şehadetê: Seken El-Şebabî, Şêx Meqsûd / 29-05-2016

***

Nasnav: Nûr

Navê û Paşnav: Nûr Mudewir

Cihê Jidayikbûyînê: Mistekê, Efrîn

Navê Dayik: Erîfe

Navê Bav: Îbrahîm

Cih û Dîroka Şehadetê: Seken El-Şebabî, Şêx Meqsûd / 29-05-2016”