Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li ser rewşa dawî ya Pêngava Rizgarkirina Bakurê Reqqayê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, pêngava di 24'ê Gulanê de destpê kir, bi pêşketina baskê çaremîn ê li rojhilatê Çemê Firatê dewam dike.
9 GUND, 3 GUNDIK HATIN RIZGARKIRIN; ZÊDEYÎ 20 ÇETE HATIN KUŞTIN
Navendê diyar kir, vî baskê operasyonê heta niha qadeke bi dirêjahiya 6 kîlometre, ku ji gundên Cenef El Ehmer, Xişxaîş Kebîr, Bire El Emal, Mênhal Selal, Ebû Sefa, Rumela, Rumelat, Heci Elî, Nuqut û 3 gundikan pêk tê, ji DAIŞ'ê hatiye paqijkirin.
Navenda Ragihandinê da zanîn, di vî şerî de zêdeyî 20 çete hatine kuştin û termê 15 ji wan ketine destê hêzên wan.
ÇEK Û CEBILXANEYÊN HATIN DESTESERKIRIN
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku di encama lêgerîna li herêmê de gelek çek û cebilxaneyên çeteyan hatine desteserkirin û di vê der barê de ev agahî hatin dayîn.
"5 çekên katûşa û 2 guleyên wê / 1 hawana 120mm û 4 hawanên din bi dest hatin çêkirin / 1 çeka doçka 14,5mm / 1 çeka doçka 12,5mm û 1 sindox fîşekên doçka 12,5mm / 12 çekên kleşê, 1000 fîşek, 3 rext û 6 şarjora kleşê / 2 çekên Bruno / 3 roketavêja B7 (RPG), 5 gule û 10 Hvyên wê / 3 bêtel / 10 bombeyên destan / 1 dûrbîn / 1 dûrbîna rojê / 1 avometre / 2 zincîrên BKC / 1 devra mayînê / 1000 fîşekên BKC û 2 zincîrên wê / 1 dûrbîna doçka / 1 dûrbîna hawanê / 1 dûrbîna termal / gelek belge û alavên din ên leşkerî."
3 ŞERVANAN JIYANA XWE JI DEST DAN
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di vî şerî de 3 şervanên me yên bi lehengî şer kirin, gihîştin şehadetê û 5 şervanên me birîndar bûn."
ÊRÎŞÊN LI HERÊMA EZAZÊ
Navendê wekî din da zanîn ku li Kefel Kelibin a herêma Ezazê di navbera 'Artêşa Azad' û çeteyên DAIŞ'ê şer giran bûye û got, "Artêşa Tirk bi obusan piştgiriya Artêşa Azad dike."