Ji malbata Hûrşît Kulter ji raya giştî re bang
Malbata Hûrşît Kulter ê ku piştî ji aliyê çeteyên Qesrê ve hate binçavkirin, agahî jê nayê girtin banga hestyariyê kirin.
Malbata Hûrşît Kulter ê ku piştî ji aliyê çeteyên Qesrê ve hate binçavkirin, agahî jê nayê girtin banga hestyariyê kirin.
Rêveberê DBP'ê yê Şirnexe Hûrşît Kulter di 27'ê Gulanê de piştî ji hêla çeteyên Qesrê ve hat binçavkirin, ji wê rojê ve ti agahî jê nayê giritn. Malbatê ji bo aqûbeta kurê xwe li ber mala xwe ya li gundê Avgamasiyan daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de ji malbata Kulter, dayik Kerîme, bav Hamît Kulter, xizm û gelek welatiyên gund beşdar bûn.
Daxuyanî ji hêla kurapê Hûrşît Kulter Mustafa Kulter ve hat xwendin. Kulter bal kişand ser şerên ji 7'ê Hezîranê û vir ve li welat didome û eşkere kir ku her kesên li welat ji vî şerî bandor bûne. Kulter eşkere kir ku ji vî şerî yên bûne hedef xebatkarên partiyê ne û destnîşan kir ku ji rawestandina şer çi ji destên siyasetmedarên Kurd hatiye, pêk anîne.
Kulter da zanîn ku Hûrşît Kulter berê jî 5 salan di girtîgehê de maye û piştre wekî rêveberê DBP'ê dest bi xebatan kiriye û wiha got: "Hûrşît Kulter ji bo rewşeke aram bê avakirin xebat dimeşand. Piştî li Şirnexê derketina derve hat qedexekirin, ji bo biçe gel xaltika xwe ya li Taxa Bahçelîevlerê derbasî taxê bû. Lê ji 27'ê Gulana 2016'an vir ve agahî jê nayê girtin. Di 27'ê Gulanê de bi rêya peyamê got, 'Hatin. Heqên xwe helal bikin' û agahî jê qut bû."
‘GUMUŞTEPE CIHÊ ÊŞKENCEYÊ YE’
Kulter destnîşan kir ku di heman êvarê saet di 20.00'an de li ser hesabê medyayê yê bi navê BOF der barê girtina Kulter de parvekirin hatine kirin û wiha pê de çû: "Ji wê rojê û şûn de hemû serlêdanên me bê encam man. Li gorî nûçeya herî dawî tê gotin ku Kulter birine navenda tîmên taybet a Gumuşê. Gumuştepe cihê êşkenceyê ye."
‘EM BI FIKAR IN’
Kulter di dewama axaftina xwe de diyar kir ku ew bi fikar in ku dibe kurapê wî înfaz kiribin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li gorî agahiyên hatine parvekirin û li gorî axaftinên kesên şahid, Hûrşît niha binçavkirî ye. Berê hevalên Hûrşît jî hatin kuştin. Mînaka herî şênber 3 jinên siyasetmedar ên li Silopiyayê ne û Haci Lokman Bîrlîk e."
BANGA JI BO RAYA GIŞTÎ
Kulter herî dawî bang li raya giştî ya Tirkiyeyê kir ku ji bo welat nebe goristana kesên "kuştinên kiryar nediyar" divê her kes di vî alî de hişyar be.