Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, di çalakiya sabotajê ya li hemberî qereqola Zeyrek a li navçeya Amed Pasûrê de 6 leşker hatine kuştin, 21 leşker jî birîndar bûne, ku 5 ji van kontra ne.
Navendê diyar kir, da xuyakirin, ku di çalakiyên gerîla yên li Pasûr, Şirnex û Dersîmê de bi giştî 12 leşker hatine kuştin.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:
"Di êvara 29'ê Gulanê de hêzên me yên gerîla, li hemberî qereqola Zeyrek a li navçeya Amed Pasûrê bi wesayîteke bombebarkirî çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Ji ber dijwariya teqînê, nîvê avahiya qereqolê hilweşiya û avahiyên li derdorê zerar dîtin. Di vê çalakiyê de 6 leşker mirin û 21 leşker birîndar bûn ku 5 ji van kontra ne.
Roja 30'ê Gulanê saet di 14:30 de hêzên me yên gerîla, li hemberî Alaya Gabarê ya li herêma Gabar a Şirnexê ji 2 baskan ve çalakî lidar xistin. Di vê çalakiyê de 2 leşker hatine kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC bi obus, hawan û tankan bombe li derdorê barand.
30'ê Gulanê saet di 16:00 de, li hemberî qereqola Tatpîk a ser bi navenda Dersîmê, hêzên me yên gerîla çalakiyeke sûîqestê pêk anîn û di encamê de leşkerek hat kuştin.
29'ê Gulanê saet di 23:45'an de, tîmeke me ya gerîla li hemberî bîreke petrolê ya li gundê Tîruz ê li navenda Semsûrê çalakiyeke sabotajê lidar xistin û di encamê de bîr xitimî.
Roja 29'ê Gulanê saet di 11:20 de, hêzên me yên gerîla dest li karê çêkirina rê ya li herêma navbera qereqolên Yekmal û Sînek ên Qilabanê werdan. Di encama vê çalakiyê de leşkerek hat kuştin û derb li kepçeyekê hat xistin.
Roja 30'ê Gulanê saet di 08:00 de hêzen me yên gerîla li hemberî leşkerên artêşa TC ên li ser rêya navbera qereqolên Sînek û Yekmalê nobed digirtin, çalakî pêk anîn. Di vê çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin, derb li traktorekê hat xistin. Piştî vê çalakiyê artêşa TC obus û hawan avêt herêma Bektorya.
Roja 25'ê Gulanê, li Zozanê Taşkesen, Girê Şehîd, Girê Nêriya, Girê Dil û Xarike yên li qada Gordê ya herêma Tendurekê, artêşa TC operasyonek da destpêkirin. Roja 26'ê Gulanê saet di navbera 14:00-15:00 û 20:00-21:00 de arteşa Tirk bi desteka yekîneyên xwe yên veşartî yên li herêmê bombe li qada Şehîd Reşîd a herêma Tendurekê barand. Yekîneyên veşartî yên artêşa TC hînê li herêmê ne."