EWROPA
Hemû Nûçe
-
Kekê Sara Tolhildan: Em hemû deyndarê gerîlayan in
Kekê Sara Tolhildan, di konê şînê de axivî û got: “Eger ku niha têkoşîna me dewam dike, cîhan me nas dike û bi standina milyonan dengan diçin meclîsê, ev bi saya gerîlayên leheng e. Em ji bîr nekin ku hemû destkeftiyên me, bi saya keda gerîla ne." -
Li Marsîlya sê şoreşgerên jin ên Kurd hatin bibîranîn
Sara Tolhildan, Rûken Zelal ên ku li Mêrsînê çalakiya fedayî kirin û Nagihan Akarsel ya ku li Silêmaniyê hat qetilkirin, li Marsîlya bi merasîmekê hatin bibîranîn. -
Komploya 9’ê Cotmehê li Ewropayê hat protestokirin
Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê li bajarên welatên Ewropayê hat protestokirin. -
Li Hanaûyê bernameya bibîranîna şehîdan
Birayê Şehîd Adar Amed, Şerîf Ay di bîranîna şehîdan de axivî û got: “Xeyalên şehîdên me, mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêbertî û azadiya Kurdistanê bû.” -
CDK-S û YJK-S: Em ê 10’ê li Strasboûrgê bin
CDK-S û YJK-S‘yê bi armanca xwestina mafê hêviyê yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 24 sal in di bin tecrîda giran de ye, banga tevlêbûna çalakiya rûniştinê ku wê li Strasboûrgê bê lidarxistin, kir. -
Li Stockholmê komplo bi meşek girseyî hat protestokirin
Li paytexta Swêd Stockholmê bi boneya 24’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, meşek girseyî hat lidarxistin. -
Komploya 9’Cotmehê li Ermenistanê hat protestokirin
Salvegera 24’emîn a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Erîvana paytexta Ermenistanê bi daxuyaniyekê hat şermezarkirin. -
Li Parîsa bernameya bibîranîna şehîdan - HATE NÛKIRIN
Şehîd Sara Tolhildan û Rûken Zelal ên li Mêrsînê çalakiya fedaiyane kirin, Nagihan Akarsel a li Silêmaniyê hat qetilkirin û Demhat Herekol ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, li Parîsa paytexta Fransayê hatin bibîranîn. -
Dayika Şehîd Hacer, Gewrê Yaşit koça dawî kir
Ji Êzidiyên herêma xalta, Gewrê Yaşit li Elmanyayê çû ser dilovaniya xwedê. Gewrê Yaşit ku dayika Şehîd Hacer bû, bi welatparêziya xwe li nava civaka xwe yeka naskirî bû. -
KCDK-E’yê banga tevlêbûna çalakiya rûniştinê ya li Strasboûrgê kir
Hevserokatiya KCDK-E’yê, banga tevlêbûna çalakiya rûniştinê ku wê li dijî pergala tecrîd û êşkenceya ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 10-13’ê Cotmehê li bajarê Strasboûrg ê Fransayê bê lidarxistin kir. -
Li Yewnanistanê meşa dirêj a li dijî komployê dest pê kir
Li Yewnanistanê bi boneya şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşa dirêj a du rojan hat destpêkirin. -
Komploya 9’ê Cotmehê li Qibrisê hate şermezarkirin
Komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber Balyozxaneya Emerîkayê ya li Qibrisê hate protestokirin. -
Li Sydneyê çalakiya ji bo serhildana jinê ya li Îranê
Li bajarê Sydney ê Awûstralyayê, bi armanca piştgiriya bi berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê çalakiyek hate lidarxistin. -
‘9’ê Cotmehê rojek reş e ku derbazî dîroka mirovahiyê bûye’
Kurdistanî û dostên wan li gelek welatên Ewropayê Komploya 9’ê Cotmehê protesto kirin. Di çalakiyan de hat diyarkirin ku divê demildest azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bê pêkanîn, hat gotin: "9’ê Cotmehê rojek reş e ku derbazî dîroka mirovahiyê bûye." -
Li Elmanyayê protestoyên 9’ê Cotmehê: Em ê tecrîdê bişkênin
Li gelek bajarên Elmanyayê Kurdistanî û dostên wan bertek nîşanî Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan û diyar kirin ku komploger negihîştin armanca xwe. -
NRW ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd meşiya
Kurdistaniyên NRW’yî di salvegera Komploya 9’ê Cotmehê de daketin qadan û peyama “Em jiyanek bê Serok Apo qebûl nakin, em ê têkoşîna xwe bilind bikin” dan. -
Bi hezaran kes li Ewropayê: Azadiya Rêber Apo azadiya me ye
Bi hezaran kes bi boneya salvegera Komploya Navneteweyî ya di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de 9’ê Cotmeha 1998’an li dijî gelê Kurd destpê kir, li gelek navendên Ewropayê daketin qadan û gotin: “Azadiya Rêber Apo azadiya me ye.” -
Li Reîsmsê li dijî komployê meşek hate lidarxistin
Li Reîmsê ya Fransayê Kurdistanî û dostên wan li dijî Komploya 9’ê Cotmehê meşiyan. -
Li Parîsê meşa li dijî Komploya Navneteweyî
Kurdistanî li dijî Komploya Navneteweyî li banliyoya Evry a paytexta Fransa Parîsê meşiyan. -
Li Parîsê li dijî Komploya 9’ê Cotmehê meş hat lidarxistin
Kurdistanî û dostên wan ên li banliyoya Vîllîers Le Bel a paytexta Fransa Parîsê dijîn, li dijî komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek li dar xistin û ji bo meşa li qada Repûblîqûeyê bê lidarxistin jî banga tevlêbûnê kirin. -
Li Helsînkiyê çalakiya ji bo piştevaniya serhildêrên Rojhilatî û Îranî
Li Helsînkiyê ji bo piştevaniya sêrhildêrên Rojhilatî û Îranî li ber Wezareta Derve ya Fînlandiyayê çalakiyek hat lidarxistin. -
Înîsiyatîfa Azadî ji bo Pîroglû wê sibê tev li çalakiya li Bernê bibe
Greva birçîbûnê ya Mehmet Tozcû ya ji bo piştevaniya bi Ecevît Pîroglû re, sê roj in berdewam e. Înîsiyatîfa Azadî ji bo Pîroglû da xuyakirin ku wê ji ber salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê sibê tev li çalakiya li Bernê bibe. -
Fed Kurd’ê banga tevlêbûna çalakiyên protestokirina komployê kir
Fed Kurd’ê, bang li gelê Kurd kir ku li dora Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibin xelek û banga tevlêbûna çalakiyên protestokirina komployê kir. -
Piştgiriya cîhanî ya ji bo Abdullah Ocalan
Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û misogerkirina azadiya wî ya fîzîkî, li qada navneteweyî hewldan dewam dikin. -
Qetilkirina Akarselê li Arnhemê hat protestokirin
Bi armanca protestokirina qetilkirina endama Navenda Lêkolînê ya jineolojiyê Nagihan Akarselê li Arnhemê çalakî hat lidarxistin.