Li Elmanyayê protestoyên 9’ê Cotmehê: Em ê tecrîdê bişkênin
Li gelek bajarên Elmanyayê Kurdistanî û dostên wan bertek nîşanî Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan û diyar kirin ku komploger negihîştin armanca xwe.
Li gelek bajarên Elmanyayê Kurdistanî û dostên wan bertek nîşanî Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan û diyar kirin ku komploger negihîştin armanca xwe.
Salvegera 24’emîn a Komploya Navneteweyî ya ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de, bi derxistina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê, destpê kir ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ên ku li gelek bajarên Elmanyayê daketin qadan ve hat protestokirin.
FRANKFÛRT
Li Frankfûrtê bi pêşengiya Federasyona Kawayê (FED-KAWA) çalakiyek hat lidarxistin. Kurdistanî û dostên wan di saet 14.00’an de li ber Îstasyona Trenê ya Navenda Frankfûrtê hatin ba hev û piştî deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê û Kurdistanê, dest bi meşê kirin. Di meşê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî gerîla” û “Terorîst Erdogan” hatin berzkirin û staranên şoreşgerî yên Kurdî hatin guhdarkirin. Kurdistaniyên ji GîeBen, Frankfûrt, Darmstadt, Maînz û navçeyên derdora wê tevlî meşê bûn, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pankartên bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan û flama hatin hilgirtin.
Di çalakiya ku li Haûptwacheyê bi mîtîngekê bi dawî bû de, Hevseroka KON-MED’ê Zubeyde Zumrut axivî. Zumrut komplo şermezar kir û got ku YE, Amerîka û dewletên din, saziyên mirovan û CPT’ê car din rolên xwe yên di kompoloyê de nîşan dan.
Zubeyde Zumrut qala qetilkirina Jîna Emînî û Nagihan Akarselê jî kir û got ku têkoşîna jinê û paradîgmaya Abdullah Ocalan, hemû rejîmên faşîst û zextkar xistiye fikarê.
Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.
HAMBÛRG
Li Hambûrgê ji bo şermezarkirina komploya ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin, meşek hat lidarxistin. Leyla Kaya di çalakiya ku li ber îstasyona trenê ya navenda Hambûrgê hat lidarxistin de axivî û diyar kir ku hezkirina Abdullah Ocalan ew qas mezin e ku ji dilê gel nayê jêbirin.
Aktîvîsta mafên jinên Elman jî Anja Flach destnîşan kir ku hêzên ku Abdullah Ocalan dîl girtin, wê qet negihîjin armanca xwe.
Kurdistaniyên ji bajarên Bremen, Kîel û Stadeyê jî tevlî çalakiya li Elmanyayê bûn. Bi hezaran Efganî û Îraniyan çepik ji Kurdistaniyan re lêxistin û dirûşmeya “Jin jiyan Azadî” berz kirin.
SAARBRUCKEN
Li Saarbruckenê ji bo protestokirina komployê, bi pêşengiya Meclîsa Jinan û meclîsa herêmî mîtîngek hat lidarxistin. Mîtîng di saet 15.00’an de li ber Eûropa Glaerîeyê hat kirin û ji bo bîranîna şehîdên şoreşê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di çalakiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin. Di axaftinên hatin kirin de jî hate gotin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gerîla û gelê Kurd bi têkoşînê komplo vale derxistin.
STÛTTGART
Bi boneya salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê jî meşeke protestoyî hat lidarxistin.
Kurdistanî û dostên wan ên li Lautenschlager Straßeê hatin ba hev, saet di 16.00’an de piştî rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşa Kurdistanê, dest bi meşê kirin. Girseya ku ber bi navenda bajêr ve meşiya, bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Erdoganê Terorîst”, “Jin, jiyan, azadî” û “PKK, gel e, gel li vir e” berz kirin. Çalakî, li navenda bajêr, bi mîtîngê dewam kir. Di mîtîngê de belavoka di derbarê komployê de hat xwendin. Endamê KNK’ê Tahîr Koçer di mîtîngê de wiha axivî: “Hêzên navneteweyî gotin qey ku Rêbertiyê radestê dewleta Tirk a faşîst bikin, wê têkoşîna azadiyê biqedînin. Lê tiştekê ew nizanin heye; Rêber Apo, li kû dibe bila bibe, fikira wî, wê li ronîkirina Kurd û gelên Rojhilatê Navîn dewam bike.”
Mîtîng, bi banga ji bo tevlêbûna çalakiya rûniştînê ku wê 10’ê Cotmehê li Strasboûrgê bê lidarxistin bi dawî bû.
BERLÎN
Li Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê ye, Komploya 9’ê Cotmehê hat protestokirin û bal hat kişandina ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Di salvegera Komploya 9’ê Cotmehê de bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê, bi tevlêbûna Meclîsa Jinan a Dest Danê, Meclîsa Nav Berlîn û gelek Kurdistaniyan, saet di 14:00’an de li Wîttenbergplatzê daxuyanî hat dayîn û dest bi meşê hat kirin.
Sûsanne Rosslîng, li ser navê Meclîsa Jinan a Dest Dan’ê daxuyanî da û got: “Bi derxistina Rêberê Gelê Kurd ji Sûriyeyê di 9’ê Cotmeha 1998’an de Komploya Navneteweyî dest pê kir. Di şexsê Rêber Apo de, di serî de jin, em hêzên navneteweyî yên komploya ku li dijî gelê Kurd kirine, şermezar dikin.’’
Hevserokê FED-KURD’ê Kerem Gok jî destnîşan kir ku Abdullah Ocalan ji bo şerekê navdewletî çênebe neçar maye ku ji Sûriyeyê derbikeve û got: “Ji bo pirsgirêka Kurd bi awayekê aştiyane û di çarçoveyeke demokratîk de çareser bibe berê xwe daye Ewropayê. Dewletên Ewropayê, yasayên xwe hesab nekirin û bi nehuqûqiyên di şexsê Rêber Ocalan de li gelê Kurd kirin durûtiya xwe careke din nîşan dan.”
Nûnera HDP’ê ya Elmanyayê Leyla Îmret, bi bîr xist ku sala 24’emîn a Komploya Navneteweyî ye û wiha got: “Divê em bibînin ku ev 24 sal ji bo Kurdan tên çi wateyê. Komploya Navneteweyî, bi komploya ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li gelê Kurd hat kirin, neqediya; ji bo fetisandina Kurdan êşkenceya tecrîdê hat kirin.”
Leyla Îmret destnîşan kir ku gelê Kurd, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd qebûl nake û heta tecrîd rabe wê li qadan be.
Di tevahiya meşê de dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe’’, “Bijî Serok Apo” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin.