EWROPA
Hemû Nûçe
-
Ji bo Pîroglû xwe bi zincîran girêdan
Endamên Azadî ji Ecevît Pîroglû re, xwe bi caxên li ber avahiya NY ya li Cenevreyê ve kirin, greva birçîbûnê ya Mehmet Yozcûk jî du roj in berdewam dike. -
PKAN: Nagihan, mînaka hebûna bi rastiya xwe bû
PKAN’ê Nagihan Akarsel bi bîr anî û got: “Ew mînaka herî baş a têkoşîna ji bo hebûnê bû ku hay ji rastiya xwe hebû.“ -
Parlamentoya Ewropayê daxwaza sepandina danekirinan li ser Îranê kir
Parlamentoya Ewropayê, ji Yekîtiya Ewropayê xwest ku danekirinan li ser rayedarên Îranî yên berpirsên qetilkirina xwepêşanderên çalakiyên protestoyî yên qetilkirina Jîna Emînî bisepîne. -
TCŞ’ê: Divê CPT’yê demildest daxuyaniyekê bide
Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) bang li Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) ku di dawiya meha Îlonê de çûbû Îmraliyê kir ku demildest daxuyaniyekê der barê Îmraliyê bide. -
TJK-E'yê bernameya çalakiyên 9'ê Cotmehê eşkere kir
TJK-E'yê bi wesîleya salvegera Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmehê bernameya çalakiyên şermezarkirinê eşkere kir û bang li jinan hemûyan kir ku li her qadê bi xurtî tevlî bibin. -
KON-MED'ê ji bo çalakiyên 8'ê Cotmehê banga tevlîbûnê kir
KON-MED'ê komploya 9'ê Cotmehê ya navneteweyî di sala 24'an de şermezar kir û bernameya çalakiyên 8'ê Cotmehê eşkere kir. Di daxuyaniyê de ji bo van çalakiyan banga tevlîbûnê li Kurd û dostên wan ên li Elmanyayê hate kirin. -
Greta Thunberg û hevalên wê tevlî çalakiya ji bo Nagîhan Akarsel bûn
Li paytexta Swêd Stockholmê, aktîvîsta hawirdorê Greta Thunberg û hevalên wê tevlî çalakiya şermezarkirinê ya ji bo Nagîhan Akarsel bûn. -
Li Lozanê kampanya îmzeyan berdewam dike
Kampanyaya îmzayê ya PKK ji lîsteyên 'rêxistinên terorê' yên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê û Konseya Ewrûpayê bê derxistin, dewam dike. -
Qetilkirina Akarselê li ber avahiya NY’ê hate protestokirin
Qetilkirina endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagihan Akarsel li ber avahiya NY’ê hat protestokirin. -
Çalakiya piştevaniya ji bo Pîroglû mezin dibe
Çalakiya piştevaniyê ya ji bo Ecevît Pîroglû yê li Sirbistanê girtî û di greva birçîbûnê de, berdewam dike. -
KCDK-E’yê nerazîbûn nîşanî destgîrkirina li Polonyayê da
KCDK-E’yê nerazîbûn nîşanî destgîrkirina Kurdên li Polonyayê da û banga hevgirtinê kir. -
KCDK-E ji bo meşên 8’ê Cotmehê bang kir
KCDK-E’yê bang li gelê Kurd û dostên gelê Kurd kir ku bi ruhê berxwedanê tevlî meşa li dijî komployê bibin. -
Kurdên li Fransayê wê li dijî Komploya 9’ê Cotmehê dakevin qadan
Bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya ku di 9'ê Cotmeha 1998'an de li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, wê li gelek bajarên Fransayê çalakiyên protestoyî bên lidarxistin. -
Nobeda Azadiyê bi koma Ji Kasselê dewam dike
Nobeda Azadiyê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 11 sal in li Strasbourgê pêk tê, vê hefteyê bi koma ji Kasselê dewam dike. -
Çalakiya Xoşnav Ata 61 roj in berdewam dike
Xoşnav Ata yê ku 61 roj in di çalakiyê de ye, bang li OPCW’ê kir û got: “Eger hûn saziyek xweser in li kû dera cîhanê çekên kîmyewî bên bikaranîn, divê hûn li wê derê lêkolînê bikin.“ -
Qetilkirina Nagihan Akarselê li Den Haagê hat protestokirin
Qetilkirina endama Navenda Jineolojiyê Nagihan Akarselê, li bajarê Den Haag ê Hollandayê hat protestokirin. -
KCDK-E’yê banga çalakiyên lezgîn kir
KCDK-E’yê bi daxuyaniyek nivîskî, sûîkasta li dijî Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û edîtora kovara Jineojiyê akademîsyen Nagîhan Akarsel şermezar kir û banga lidarxistina çalakiyan li her dera Kurd lê dimînin kir. -
Polîsên Polonyayê 7 Kurd destgîr kirin
Li du bajarên Polonyayê polîsan di heman wextê de girtin ser mal û kargehên Kurdan û 7 kes destgîr kirin. -
TJK-E'yê ji bo çalakiyên 8'ê Cotmehê banga tevlîbûnê kir
TJK-E’yê di salvegera komploya navneteweyî de banga tevlîbûna çalakiyên 8'ê Cotmehê yên li tevahiya Ewropayê kir ku wê bi dirûşma "Azadiya Rêbertî azadiya me ye" bêne lidarxistin. -
Li Parîsê dirûşma 'Jin, jiyan, azadî' bilind bû
Bi hezaran kes li Parîsê li hev kom bûn û polîtîkaya komkujiyê ya Îranê şermezar kirin. -
Nîvê Elmanan nekarîn ji yekbûna Elmanyayê kêfxweş bibin
Bi wesîleya salvegera 32'an a yekbûna 2 Elmanyayan, ku weke rojhilat û rojava dihate naskirin, anketeke hate çêkirin. Nîvê Elmanên beşdarî anketê bûn, gotin ku ew nekarîn bi yekbûnê kêfxweş bibin. -
Elma yê ku sîxurî lê hate ferzkirin: Li binê wî konê xiyanetê rûnenên
Mehmet Emîn Elma yek ji wan kesan e ku ji bo li pêşiya avahiya HDP'ê rûnê, zext û zordariyeke mezin destê dewleta Tirk dît. Elma bang li wan malbatan kir ên ketine xefikê: "Li binê wê kona şerm û xiyanetê rûnenên." -
Li gelek navendên Swîsreyê şehîd hatin bibîranîn
Ji bo gerîlayên HPG, YJA Star û MLKP’ê li gelek navendên Swîsreyê merasîmên bîranînê hatin lidarxistin. -
Li Dragûîgnanê ji bo Jîna Emînî porên xwe jêkirin
Di çalakiya ji bo Jîna Emînî ya li bajarê Dragûîgnan a Fransayê de jin û mêrên Kurd bi jêkirina porên xwe bertek nîşanî dewleta Îranê dan. -
Li Marsîlyayê kampanya îmzeyan a li dijî qedexeya li ser PKK'ê
Li Marsîlyayê li dijî qedexeya li ser PKK'ê danê êvarê standa îmzeyan hate danîn û heta derengiya şevê îmze hatin komkirin.