Nobeda Azadiyê bi koma Ji Kasselê dewam dike

Nobeda Azadiyê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 11 sal in li Strasbourgê pêk tê, vê hefteyê bi koma ji Kasselê dewam dike.

Nobeda Azadiyê ku ji aliyê Însiyatîfa 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' di 25'ê Hezîrana 2012'an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasbourgê yê Fransayê destpê kir di hefteya 538'an de ye.

Her hefte komek ji Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê tevlî çalakiyê dibe. Çalakgerên vê hefteyê jî ji bajarê Kassel ê Elmanyayê ne. Serhand Akad, Leyla Kassel û Ahmed Başûr çalakî dewr girtin.

Berdevkê komê Serhan Akad anî ziman ku 11 sal in li pêşiya Konseya Ewropayê nobedê digirin û got, "Saziyên Ewropayê li hemberî tecrîdê xwe kerr û lal kirine. CPT beriya çend rojan serdana Rêberê me kir, lê agahiyan parve nake. Bi mehan e em nikarin agahiyê ji Rêberê xwe bigirin. Divê ciwan hemû xwedî li Nobeda Azadiyê û Rêberê xwe derkevin."

Leyla Kassel jî diyar kir ku ew ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nobedê de ne û wiha axivî: "Em hemû zanin ku heta Rêberê me azad nebe em nikarin azad bibin. Rêbertî niha li zindanê ji me bêhtir li ber xwe dide. Divê Kurd hemû li vir li hev bicivin. Hêvîdarim ku Nobeda Azadiyê wê azadiya gelê me û Rêberê me misoger bike. Azadbûna gelê Kurd wê were wateya azadiya gelên mezlûm ên li tevahiya cîhanê. Ji ber ku paradîgmaya Rêberê me ji bo gelên bindest hemûyan e. Divê hemû gel li pişt vê paradîgmayê bisekinin."