Hevserokên Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) ji ber salvegera Komploya 9'ê Cotmeha 1998'an ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku komployê 24 sal li pey xwe hişt, lê belê hêzên ku hingî komplo pêk anîn, niha jî tecrîda li ser Ocalan dewam dikin.
Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:
Hêzên komploger di serî de li Kurdistanê, dixwazin li Rojhilata Navîn kaosê bidomînin. Konfederalîzma Demokratîk ku Rêber Apo afirand, niha ji bo gelan bûye çavkaniya hêviyê. Bi vê komployê dixwazin vê hêviyê tune bikin.
Lê belê hêzên komploger negihiştin armanca xwe. Bi serhildana bi biryar a Rêber Apo komploya navneteweyî vala hate derxistin û Şoreşa Rojava ya Jinê derket hole.
Di heman demê de têkoşîna azadiyê ya jinê ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di van hefteyan de pêk tê, bi dirûşmeya xeta têkoşîna azadiya Jinê ya Rêber Apo, ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi pêş ket. Tecrîda ku îro tê domandin, armanca wê ya sereke ew e. Ramanên Rêber Apo ku komplo vala derxist, di heman demê de tecrîd şikand û ji aliyê gelên cîhanê ve hate pejirandin.
Îro têkoşîna azadiyê ku li qadan li dijî rejîmên faşîst tê meşandin, motîvasyona xwe ji ramanên Rêber Apo digire. Êrîşên hêzên rejîmên faşîst û paşverû yên li dijî azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, têkoşîna ji bo parastina hebûna Gelê Kurd, demokratîkbûna Rojhilata Navîn û daxwaza cîhaneke demokratîk û azad, bi destê hêzên navneteweyî pêk tên.
Êdî dem hatiye ku di salvegera 25’an a komployê de bi berxwedaneke bi heybet azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were. Di vê çarçoveyê de, di salvegera 25’an a komployê de wê di 8’ê Comehê de li Elmanyayê bi pêşengiya YJK-E, meş û mîting bên lidarxistin. Em bang li gelê xwe û dostên xwe dikin ku bi sekneke azadîxwaz û berxwedêr û rihê seferberiyê beşdarî meş û mîtîngan bibin."
BERNAMEYA ÇALAKIYÊN 8'Ê COTMEHÊ
Li gorî daxuyaniyê, bernameya meş û mîtîngên ku wê di 8'ê Cotmehê de li Elmanyayê bêne lidarxistin, wiha ye:
DUSSELDORF - NRW
Saet: 13.00
Cîh: DGB-HAÛS
Frîedrîch-Ebert-Str
HAMBÛRG
Saet 15.00
Cîh: Am Hachmannplatz/HBF
STÛTTGART
Saet: 15.00
Cîh:Laûtenschlager Str.
FRANKFÛRT
Saet : 13.30
Cîh: HBF
SAARBRUCKEN
Saet:14.00
Cîh: Eûropagalerîa
BERLÎN
Saet: 14.00
Cîh: Wîttenbergplatz
FREÎBÛRG
Saet: 15.00
Cîh: Platz der Alten Synagoge
DRESDEN
Saet: 12.00
Cîh: Johanstadter Kûltûrtreff e.V.