Greta Thunberg û hevalên wê tevlî çalakiya ji bo Nagîhan Akarsel bûn
Li paytexta Swêd Stockholmê, aktîvîsta hawirdorê Greta Thunberg û hevalên wê tevlî çalakiya şermezarkirinê ya ji bo Nagîhan Akarsel bûn.
Li paytexta Swêd Stockholmê, aktîvîsta hawirdorê Greta Thunberg û hevalên wê tevlî çalakiya şermezarkirinê ya ji bo Nagîhan Akarsel bûn.
Li paytexta Swêd Stockholmê, ji bo endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel çalakiya şermezarkirinê hate lidarxistin, ku Akarsel li bajarê Silêmaniyeyê hate qetilkirin. Çalakî bi banga Meclîsa Jinên Kurd a Amara li taxa Drotninggatanê pêk hat. Tevî Kurdistaniyan, aktîvîsta hawirdorê ya navdar Greta Thunberg û hevalên wê jî tevlî çalakiyê bûn. Aktîvîstan dowîza bi nivîsa 'Dawî li firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê bîne' hildan.
'TÊKOŞÎNA ME JI HEV CUDA NÎNE'
Greta Thunberg li çalakiyê axivî û got, "Em îro hatin vê derê ji bo piştgiriyê bidin têkoşîna mafdar a gelê Kurd. Tiştekî nû nîne ku jin bi vî rengî têne qetilkirin, lê belê şermezarkirina bi vî rengî girîng e, ji bo bêhtir deng vede. Bûyerên li Îranê di rojeva cîhanê de ye û ev tiştekî erênî ye. Ji bo mirov hişyar bibe û li ber xwe bide, komkujî dibê nebe wesîle lê belê dîsa jî dikarim bibêjim ku bûye hêvî. Têkoşîna me hemûyan a li qadên cuda ji hev qut nîne. Kurdên ku têdikoşin gelekî wêrek in. Bila dewam bikin. Em ê her tim bi wan re bin. Dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' ya li her devera cîhanê deng vedide, nîşaneya berxwedana jinê ya têkoşîna gelê Kurd e."
Thunberg destnîşan kir ku têkoşîna wan a ji bo hawirdorê jî berxwedaneke, nîşan dide ku jin û xweza yek in û got, "Gelek derdor nabîne ku jin û xweza yekpare ne. Carna hawirdorparêzên me jî vê nabînin."
Di çalakiyê de beşdaran hemûyan bi hev re dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" qîriyan.