Ji bo Pîroglû xwe bi zincîran girêdan
Endamên Azadî ji Ecevît Pîroglû re, xwe bi caxên li ber avahiya NY ya li Cenevreyê ve kirin, greva birçîbûnê ya Mehmet Yozcûk jî du roj in berdewam dike.
Endamên Azadî ji Ecevît Pîroglû re, xwe bi caxên li ber avahiya NY ya li Cenevreyê ve kirin, greva birçîbûnê ya Mehmet Yozcûk jî du roj in berdewam dike.
Greva birçîbûnê ya bi armanca bi cih hatina daxwazên şoreşgerê Tirkiyeyî Ecevît Pîroglû bi daxwaza îadekirina Tirkiyeyê li Sirbistanê tê ragirtin û li dijî nehiqûqiyê di greva birçîbûnê de ye, du roj in berdewam dike.
Mehmet Tozcû yê endamek ji endamên Înîsiyatîfa Azadî ji Ecevît Pîroglû re, piştî daxuyaniya ji bo çapemeniyê ragihand ku wî dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger kiriye.
Mehmet Yozcû, li Navenda Civakê ya Kurd a Cenevreyê li çalakiya xwe ya greva birçîbûnê dewam kir. Semra Ûzûnok li ser navê înîsiyatîfê wiha axivî: “Ecevît Pîroglû, ji ber zext û pêkutiyên dewleta Tirk, ji aliyê dewleta Sirbistanê ve bi neheqî û nehiqûqî hat girtin û hemû mafên wî yên demokratîk ji dest hatin girtin. Em dixwazin ku daxwazên hevrêyê me Ecevît Pîroglû ku 125 roj in rojiya mirinê digire, bi cih bên anîn û demildest bê berdan.“
Êvarê jî endamên Înîsiyatîfê hatin ber avahiya NY’yê û xwe bi caxên têketina avahiyê ve zincîr kirin. Komê, bi dirûşman daxwaza berdana Ecevît Pîroglû kir û daxuyanî da çapemeniyê.
Mehmet Yozcû, wê sibê jî li Navenda Civakê ya Kurd a Demokratîk a Lozanê li greva birçîbûnê ya xwe dewam bike.