Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistanî yên Ewropayê (KCDK-E) bi daxuyaniyek nivîskî, sûîkasta li dijî Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û edîtora kovara Jineojiyê akademîsyen Nagîhan Akarsel şermezar kir û banga lidarxistina çalakiyan li her dera Kurd lê dimînin kir.
KCDK-E’yê bi bîr xist ku edîtora Jineolojiyê akademîsyen Nagihan Akarselê serê sibeha 4’ê Cotmehê bi sûîkasteke hovane şehîd bûye û got: “Sûîkasta bi destên rejîma faşîst a AKP-MHP‘ê û hevkarên wê PDK’a çeteya xiyanetê hatiye kirin, êrîşek e ku li dijî jinên azad ên berxwedêr hatiye kirin û dewama qetlîama li Parîsê ye. Em wek KCDK-E, vê qetlîamê şermezar dikin, kesên ku alîgirên azadiya jinan bin em bang li wan dikin ku vê êrîşê şermezar bikin.“
KCDK-E’yê bi domdarî wiha got:
“Di demeke wiha ku bi taybetî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê têkoşîna ji bo azadî, wekhevî û demokrasiyê ya jinan li dora dirûşma “Jin jiyan azadî“ bûye navneteweyî, ev sûîkasta li edîtora kovara Jineolojiyê Nagihan Akarselê hat kirin, êrîşek e ku li dijî Jineolojî- fikira azadiya jinan hatiye kirin. Ev êrîş, di şexsê Nagihanê de li fikira azadiyê ya jinan, gelê Kurd, demokrasî û azadiyê hatiye kirin û wek dewama qetlîama Parîsê ye. Di heman demê de dewama rakirina ji holê ya têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd e.
Faşîzma AKP-MHP’ê ku nûnera baviksalarî û yekperestî û cîhadîzmê, li welat û derveyê welêt bi her awayê kirêt êrîşê fikira azadiya jinan dike da ku asteng bike. Çimkî dizanin ku li dijî vê feraseta hegemon û mêtinger pêşengiya têkoşînê dikin û dibînin ku faşîzmê têk bibin. Em wek KCDK-E, li hemû welatên Ewropayê, di serî Kanada û Awûstralya, bang li gelê Kurd hemû alîgirên demokrasî, azadî û wekheviyê dikin ku bi lez û bez derkevin qadan û bi çalakiyan li ber sûîkasta bi nemerdî ya li Silêmaniyê rabin. Em li yên ji parastina jin, jiyan, azadiyê bêzar nabin bi xurtî xwedî derbikevin.“
LI BAJARÊN SWÎSREYÊ ÇALAKÎ
Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) jî bang li Kurd û dostên wan kir ku vê êvarê derbikevin qadan.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: ‘’Ev qetlîama bi destên rejîma faşîst a AKP/MHP û hevkara wê, çeteya xiyanetê PDK’ê hat kirin, di esasê xwe de li dijî jinên azad hat kirin. Di vê êrîşa bi tirsonekî û nemerdî de hevrêya me Nagihan Akarsel bi 11 guleyan hat qetilkirin. Em wek jinên Kurd, li dijî vê êrîşa li dijî parêzkarên ‘Jin jiyan azadî‘ bang li hemû dostên xwe dikin ku derkevin qadan.“
Çalakiyên vê êvarê ev in:
Zurîh: Bahnhof / 18.30
Bern: Bahnhofplatz / 18.30
Basel: Bahnhofplatz / 18.30
Aaraû Bahnhofplatz / 17.00