Çalakiya Xoşnav Ata 61 roj in berdewam dike
Xoşnav Ata yê ku 61 roj in di çalakiyê de ye, bang li OPCW’ê kir û got: “Eger hûn saziyek xweser in li kû dera cîhanê çekên kîmyewî bên bikaranîn, divê hûn li wê derê lêkolînê bikin.“
Xoşnav Ata yê ku 61 roj in di çalakiyê de ye, bang li OPCW’ê kir û got: “Eger hûn saziyek xweser in li kû dera cîhanê çekên kîmyewî bên bikaranîn, divê hûn li wê derê lêkolînê bikin.“
Xoşnav Ata ku di êrîşa kîmyewî ya dewlet Tirk de biraziyên xwe Gulperîn Ata û Mihrîban Ata ji dest dan, li ber Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) dest bi çalakiya nobetê kiriye. Çalakiya Ata 61 roja in berdewam e. Xoşnav Ata diyar kir ku 9’ê Cotmehê ji bo gelê Kurd rojek ji rojên tarî ye û Komploya Navneteweyî ya ku hêzên hegemon li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd pêk anî, şermezar kir.
Ata anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd ev nêzê 25 sal in li Îmraliyê li dijî tecrîda girangirî berxwedaneke bêhempa raber dike, şerê herî giran li Îmraliyê ye û bi bîr xist ku ew li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk a li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê 61 roj in nobeta edaletê digire.
Ata ragihand ku ev 61 roj in rayedarên OPCW’ê nehatine û guh nedane daxwazên wî û got ku ew hîna ne bêhêvî ye. Ata wiha got: “Ev 61 rojên ku min dest bi nobeta edaletê kiriye, dewleta Tirk bi dehan caran li Zap, Avaşîn û Metînayê bi çekên kîmyewî êrîş kir. Zarokên gelê Kurd, bi çekên kîmyewî şehîd dibin. Em jî dibêjin OPCW bide ser şopa peymana ku 193 dewletên hegemonîk îmze kirine. Eger hûn saziyeke xweser in; li kû dera cîhanê çekên kîmyewî bên bikaranîn, divê hûn li wir lêkolînê bikin û çi pêwîst be bikin. Lê ji ber ku mijar gelê Kurd e, hûn naçin û lêkolînê nakin. Em li bendê ne ku hûn wiha bikin. Eger hûn vê nekin ev nîşan dide ku hûn ne saziyeke xweser in, girêdayê dewletên hegemon in û li gor berjewendiyên xwe dikevin nav liv û tevgerê. Yên ku ev çekên taktîk nukleer dan dewleta Tirk, ev dewletên hegemonîk in. Ev bombe di envantera NATO’yê de tên dîtin. Ji qetilkirina gerîlayên li Kurdistanê ya dewleta NATO, endamên NATO’yê, welatên Ewropayê û dewletên ku çekan didin dewleta Tirk jî berpirs in.“’
Ata destnîşan kir ku heta ew bersiveke erênî negire, wê li çalakiya xwe dewam bike.