Li Lozanê kampanya îmzeyan berdewam dike
Kampanyaya îmzayê ya PKK ji lîsteyên 'rêxistinên terorê' yên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê û Konseya Ewrûpayê bê derxistin, dewam dike.
Kampanyaya îmzayê ya PKK ji lîsteyên 'rêxistinên terorê' yên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê û Konseya Ewrûpayê bê derxistin, dewam dike.
Ji bo Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) bi taybetî ji lîsteyên 'rêxistinên terorê' yên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê û Konseya Ewrûpayê bê derxistin, bi pêşengiya Însiyatîfa Edalet ji bo Kurdan a Navneteweyî di 13'ê Kanûnê de kampanyayek hate destpêkirin. Kampanya li qada navneteweyî tê meşandin. Ji 30 welatî zêdeyî hezar kesayetên naskirî mohra xwe danîn binê kampanyayê û serkêşiyê jê re dikin. Gelek parlamenter, akademîsyen, sînemavan, lîderên siyasî, nivîskar û aktîvîst jî hene.
Li welatên Ewropayê jî kampanya bê navber berdewam dike. Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (CDK) a Lozanê, endamên Meclîsa Jinan a Lajîn, aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) her roja Çarşemiyê standa îmzeyan datînin û îmzeyan berhev dikin.
Di çarçoveya kampanyayê de pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku tê de paradîgmaya azadiyê vedibêje û di salên esaretê de hatine nivîsandin, li Swîsreyê tên belavkirin.
Di standa îro de gelek îmze hatin berhevkirin.
Li aliyê din bi rojane bi boneya salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, saziyên Kurd ên li Swîsreyê amadekariyên çalakiyên protestoyî dikin. Kurd û dostên wan di çalakiyan de daxwaza azadiya fîzikî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin.
Çalakgeran ji bo çalakiya ku wê di roja 8’ê Cotmehê de di saet 14.00’an de li ber Parlamentoya Federal a Swîsre ya li paytexta Bernê, bê lidarxistin bang kirin û wiha gotin: “Em ê bi şîara Rêbertî û Kurdistana azad, ji bo protestokirina Komploya 9’ê Cotmehê û şikandina tecrîda li ser Rêbertiya me, li ser esasê pêkanîna azadiya Rêbertiya me, em ê 8’ê Cotmehê li Bernê bin.”