KCDK-E ji bo meşên 8’ê Cotmehê bang kir

KCDK-E’yê bang li gelê Kurd û dostên gelê Kurd kir ku bi ruhê berxwedanê tevlî meşa li dijî komployê bibin.

KCDK-E’yê derbarê meşa li dijî komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ev daxuyanî da:

“Pergala êşkence, tecrîd û qirkirinê ya Îmraliyê bi destê hêzên navneteweyî pêk hat û di bin rêveberiya hêzên navneteweyî de hate domandin. Vê pergala êşkence, tecrîd û qirkirinê ya li Îmraliyê ku di hiqûq û qanûnên navneteweyî de tu cihê wê tune, di 8 salên dawîn de bi giranî tê domandin. Heman tecrîd û qirkirina Îmraliyê li ser gelê Kurd jî bi giranî tê domandin.

CPT’ê du sal berê di raya giştî de raporek weşandibû û diyar kiribû ku Îmrali pergaleke êşkenceyê ye, teqez divê were rastkirin û di heman demê de Konseya Ewropayê biryara ‘mafê hêviyê’ dabû lê hiqûq û edalet nehatibû pêkanîn. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê tu zextekê nake û ev jî tê wateya ku pergala êşkenceyê tê domandin. Li Îmraliyê pêvajoyeke hiqûqî nayê kirin, êşkence û tecrîd jî tê girankirin.

Ji her dera dinyayê bi hezaran parêzer ji bo parastina Rêber Apo xwedî li pêvajoyê derdikevin lê DMME û Komîteya Wezîran hiqûqê bi cih nayne û rewşê asteng dike.

Komploya navneteweyî ya ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de hatibû destpêkirin, sala xwe ya 24’emîn diqedîne û di bîra mirovayetiyê de cihekî girîng digire.

Armanca vê komployê ev bû ku di şexsê Rêber Apo de hebûn û azadiya gelê Kurd tune bike û di heman demê de li hemberî demokratîkkirina herêmê û çareseriya demokratîk a doza Kurdan jî wekî êrîşekê bû.

Li hemberî vî tiştî bi berxwedan û fedakariya bi milyonan û bi serhildana bi biryar a Rêber Apo, Komploya Navneteweyî hate asteke girîn hatiye pûçkirin û Şoreşa Jinan a Rojava derketiye holê.

Têkoşîna li dijî komploya navneteweyî fikr û ramanên Rêber Apo komploya navneteweyî berevajî kir û paradîgmaya  neteweya demokratîk gerdûnî kir.

BANGA JI BO MEŞÊN 8’Ê COTMEHÊ

Têkoşîna azadî û wekheviyê ya ku bi hefteyan e li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi pêşengiya jinan didome, wekî slogana xeta azadiya jinê ya Rêber Apo, bi slogana ‘Jin, jiyan û azadî’ gerdûnî bûye.

Di salvegera 24’emîn a Komploya Navneteweyî de bi pêşengiya TJK-E wê li hemû welatên Ewropayê, li Kanada û Evûstralyayê di 8’ê Cotmehê de meş werin lidarxistin. Em bang li hemû gelê xwe û dostên xwe dikin ku bi ruhê berxwedan û azadiyê seferber bibin û tevlî van meşan bibin.”