TCŞ’ê: Divê CPT’yê demildest daxuyaniyekê bide

Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) bang li Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) ku di dawiya meha Îlonê de çûbû Îmraliyê kir ku demildest daxuyaniyekê der barê Îmraliyê bide.

TCŞ’ê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li banliyoya Drancy ya paytexta Fransa Parîsê meşek li dar xist.

Çalakger ji Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Drancy (DKTM) heta Şaredariya Drancy meşiyan.

Çalakgerên ku dirûşmeyên ji bo azadiya Abdullah Ocalan berz kirin, li ber şaredariya Drancy deqeyek rêz girtin.

Di daxuyaniya çapemeniyê ya li vir hat dayîn de, ji CPT’yê hat xwestin ku demildest wezîfeya xwe pêk bîne.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “CPT’yê serdana êşkencexaneya Îmraliyê ku ji 25’ê Adara 2021’an û vir ve tu agahî jê nayê girtin kir. Beriya her tiştî em vê hevdîtina ku piştî 18 mehan pêk hat bi nirx dibînin.”

Daxuyaniya TCŞ’ê wiha berdewam kir: “CPT’yê rapora serdana xwe ya dawî di Gulana 2019’an de piştî 15 meh şûnde weşand û diyar kir ku bi taybetî di xala girêdana bi cîhana derve re divê gavên cidî bên avêtin.

Lê belê piştî serdana CPT'yê, li gorî pêşniyarên di raporên serdanê de pêwîstî bi pêşde birinê hebû, dagirkeran di polîtîkaya tecrîdê ya li ser Rêber Apo yê li Grava Îmraliyê bi awayekî fizîkî dîl tê ragirtin, israr kirin û tecrîd hîn kûrtir kirin.

Her çiqas em serdana CPT’yê wek însiyatîfeke erênî dibînin jî, bi taybetî em dixwazin bînin ziman ku ev rewş rastiya ku 18 meh in agahî nehatiye girtin, naguhere. Rakirina qedexeya hevdîtina parêzer û malbatan û rêzgirtina li mafê hevdîtina bi Rêber Apo re bê sînor û astengî hê jî daxwaza herî bingehîn a gelê Kurd e. Giraniya rewşê diyar e; Em daxwaz dikin ku CPT’yê di zûtirîn dem de daxuyaniyekê bide û ji bo rakirina şert û mercên êşkenceyê tedbîr û rêbazên zorê pêk bîne.

Ji bo derfeta hevdîtina bi Rêber Apo û girtiyên din ên li Îmraliyê re bê dayîn, em weke ciwanên TCŞ'ê ji raya giştî, derdorên hiqûqî û mafên mirovan hêvî dikin ku nêzîkatiya xwe ya hesas bidomînin."