Qetilkirina Nagihan Akarselê li Den Haagê hat protestokirin

Qetilkirina endama Navenda Jineolojiyê Nagihan Akarselê, li bajarê Den Haag ê Hollandayê hat protestokirin.

Kurdistaniyên li Hollandayê dijîn, ji bo protestokirina qetilkirina endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagihan Akarselê, li ber Konsolxaneya Iraqê ya li Den Haagê çalakiyeke protestoyî li dar xistin.

Kurdistaniyan, di çalakiyê de pankartê bi wêneyê Nagihan Akarsel û li ser ‘’Jin jiyan azadî’’ nivîsandî,  hilgirt.

Li ber konsolosxaneyê dirîşmên “Jin jiyan azadî“, “Kujer Erdogan“, “Bimire xiyanet“ û “Şehîd namirin“  hatin berzkirin.