EWROPA
Hemû Nûçe
-
Pînheîro: Ji ber necezakirinê binpêkirin sîstematîk dibin
Serokê Komîsyona Lêpirsînê ya Sûriyeyê ya NY’yê Paûlo Pînheîro diyar kir ku binpêkirina mafan ji ber necezakirinê berdewam in û destnîşan kir ku li herêmên di bin destê SMO’yê de şideta zayendî jî di nav de gelek sûc bi awayekî sîstematîk tên kirin. -
Li Ewropa qetilkirina Jîna Emînî hate protestokirin - HATE NÛKIRIN
Li bajarên Ewropayê ji bo Jîna Emînî ku li Tehranê bi hinceta ku pora wê xuya dike, ji hêla “polîsên exlaqê” yên rejîma Îranê ve hatibû destgîrkirin û bi êşkenceyê hat qetilkirin, çalakiyên protestoyî hate lidarxistin. -
KCDK-E: Festîval li hemberî tecrîd,dagirkerî û qirkirinê bû nîşandana îradeyê
Hevserokên KCKD-E’yê piştî Festîvala Çanda Kurdan a 30’emîn peyameke pîrozbahiyê weşand û ji bo festîvalê got “Bû roja nûkirina îradeya azadiya Rêber Apo û îradeya neteweyî ya li hemberî dagirkerî û qirkirinê.” -
KCDK-E'yê serhildana li Îranê silav kir
KCDK-E'yê berxwedana jinê ya li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê silav kir û bang kir ku ji Ewropayê piştgirî ji vê berxwedanê re bê dayin: Li her welatê ku em lê dimînin, em bibin dengê berxwedana jinê. -
Li Cenevreyê bikaranîna çekên kîmyewî hate protestokirin
Kurd û dostên wan bi boneya 21’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê li bajarê Cenevre yê Swîsreyê hatin ba hev û li dijî bikaranîn çekên kîmyewî çalakiya protestokirinê li dar xistin. -
Li dijî hevkariya AXA-OYAK’ê çalakî
Şirketa sîgortayê ya Fransayê AXA, ji bo faşîzma Tirk yek jî çavkaniyên herî girîng e. Piştî bi OYAK’ê re hevkarî da destpêkirin, RîseUp4Rojava jî ket tevgerê û dê hefteyekê çalakiyan pêk bîne. -
Bi rêya wêne bikaranîna çekên kîmyewî teşîr kir
Hunermend û dostê Kurdan Goan Drougge ji bo balê bikêşe li ser bikaranîna çekên kîmyewî yên dewleta Tirk, wêneyê gerîlaya YJA’ê Starê Gulperîn Ata ku bi çekên kîmyewî şehîd bû, xiz kir. -
‘Divê qada hewayî ya Rojava ji firinê re bê girtin‘
Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yê Ewropayê Dr. Abdulkerîm Omer, di civîna li Parlamentoya Belçîkayê de axivî û got: “Divê qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji firînê re bê girtin." -
Qetilkirina Jîna Emînî li Helsînkiyê hate protestokirin
Kurd û dostên wan ên li Helsînkiyê dijîn, qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî ji aliyê polîsên exlaq ve bi çalakiyekê protesto kirin. -
Kuştina Jîna û Şilêr li Osloyê hate şermezarkirin
Bi sedan kesên ji gelên cuda li pêşiya Sefaretxaneya Bilind a Îranê ya li Osloyê li hev civiyan û piştgirî dan serhildana gel a li bajarên Kurdistanê û Îranê. -
Kurdan li Torontoyê qetilkirina Jîna Emînî şermezar kir
Kurdên li Torontoyê dijîn, qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî ji aliyê polîsên exlaq ve bi çalakiyekê şermezar kirin. -
Parêzerên Ewropayî: Divê demildest CPT biçe Îmraliyê
Parêzerên ku ji bo hevdîtinê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bikin serî li Wezareta Dadê dabûn, diyar kirin ku divê demildest CPT biçe Îmraliyê û gotin: “Pêkanînên li Îmraliyê êşkence ne.“ -
Li Stockholmê li dijî qetilkirina Jîna Emînî çalakiya protestoyî
Li paytexta Swêd Stocholmê li dijî qetilkirina Jîna Emînî çalakiyek a protestoyî hat lidarxistin. -
Yekîtiya Parêzeran wê sibe bi rêya înternetê civîna çapemeniyê lidar bixe
Ji bo Mafên Demokrasî û Mirovan Yekîtiya Parêzerên Ewropa (ELDH) têkildarî mafê hevdîtinê yê Abdullah Ocalan a bi parêzeran re, wê 20’ê Îlonê li gorî saeta Brukselê di 12:30’an de civîna çapemeniyê ya onlîne lidar bixe -
DYE û Talîbanê girtiyên di destê xwe de bi hev guherandin
Di navbera DYE û desthilatdariya Talîbanê ya Efganistanê de girtî bi hev hatin guherandin. -
Ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Romayê konsereke bi heybet hate lidarxistin
Li paytexta Îtalya Romayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê saziyên Kurdistanî û Îtalyayî ve konserek mezin hate organîzekirin. -
25. Festîvala Çand û Hunera Kurdî ya li Skandînavyayê hat lidarxistin
Kurdên li Skandînavyayê û dostên wan 25’emîn Festîvala Çand û Hunera Kurdî ya li Skandînavyayê bi coşek mezin pîroz kirin. Di festîvalê de bal kişandin ser berxwedana gerîlayan û diyar kirin ku ew ê her tim piştgiriya Kurdan bikin. -
Di Mihrîcana Çanda Kurd de ji bo azadiya Abdullah Ocalan bang hate kirin
Li Hollandayê bi coşek mezin Mihrîcana Çanda Kurd a Navneteweyî ya 30’emîn tê pîrozkirin. Di mihrîcanê de hate gotin ku ji bo çareseriya pirsgirêka heyî divê Abdullah Ocalan azad be û PKK li qada navneteweyî weke partiyek siyasî ya rewa bê qebûlkirin. -
Bi hezaran kes tevlî Festîvala Çanda Kurd a 30’emîn bûn
Bi hezaran Kurdên li Ewropayê dijîn û dostên wan ên li Ewropayê ji bo tevlêbûna Festîvala Çanda Kurdan li bajarê Landgraaf a Hollandayê kom bûn. -
Meşa ciwanan bi dawî bû
Meşa Dirêj a ku ciwanên Kurd û enternasyonalîst 11’ê Îlonê dest pê kir, tevî provokasyonên polîsên Elman gihîşt armanca xwe. Ciwanan destnîşan kir ku ew ê li meşa xwe ya azadiyê dewam bikin. -
Hollanda ji Mîhrîcana Çanda Kurd a Navneteweyî re amade ye
Li bajarê Landgraaf ê Hollandayê qada ku amadekariyên 30’emîn Mîhrîcana Çanda Kurd lê tê kirin, ji bo mîhrîcanê amade ye. -
Xebata Mîhrîcanê li Marsîlyayê berdewam e
CDK’ya Marsîlyayê, di çarçoveya Mîhrîcana Çandê ya Kurd de li xebata xwe dewam dike. -
Elmanya dixwaze li Ewropayê bibe welatê ku her cure çekên wê hene
Serokwezîrê Elmanyayê Olaf Scholz diyar kir ew dixwazin li Ewropayê bibien welatê ku her cure çekên wê hene. -
TJK-E: Em bibin hevparê rûmeta 30 salî!
TJK-E'yê ji bo ji bo Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî banga tevlîbûnê kir. -
Li Îtalyayê lehî rabû: Herî kêm 7 kes mirin
Li peravên rojhilat ên herêma Marche ya li navenda Îtalyayê, ji ber baranê lehî rabû. Di encamê de 7 kes mirin.