Li Îtalyayê lehî rabû: Herî kêm 7 kes mirin
Li peravên rojhilat ên herêma Marche ya li navenda Îtalyayê, ji ber baranê lehî rabû. Di encamê de 7 kes mirin.
Li peravên rojhilat ên herêma Marche ya li navenda Îtalyayê, ji ber baranê lehî rabû. Di encamê de 7 kes mirin.
Şeva Pêncşemê, li navenda welêt ji ber barana zêde lehî rabû.
Li gorî parastina sivîl, di felaketê de ku kolan di nava avê de man, herî kêm 7 kesan jiyana xwe ji dest dan. Medya Îtalyayê ragihand ku 3 kes jî winda ne.