TJK-E: Em bibin hevparê rûmeta 30 salî!
TJK-E'yê ji bo ji bo Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî banga tevlîbûnê kir.
TJK-E'yê ji bo ji bo Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî banga tevlîbûnê kir.
Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) ji bo Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî banga tevlîbûnê kir ku wê roja Şemiyê bê lidarxistin.
TJK-E'yê bi daxuyaniyekê bang li jinên Kurd ên li Ewropayê, jin ên demokratîk, sosyalîst û femînîst, Kurdsitanî û dostên wan kir ku roja Şemiyê li bajarê Ladgraafê yê Hollandayê tevlî Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bibin.
TJK-E'yê bi bîr xist ku festîval wê cara 30'î bê lidarxistin û got, "Têkoşîna me ya azadiyê ku nîv sed sal e dewam dike, bi fedakariyên mezin, bi êş û berdêlên giran dagirtiye. Lê di heman demê de xwedî destketî û nirxên gelekî mezin ên ji bo azadî û hebûna me ye. Festîvala me ya Çanda Kurd ku îsal ya 30'emîn li Ewropayê tê lidarxistin, yek ji van destketiyan e. Ev festîval kombûna herî mezin a Kurdên li Ewropayê ye; ew platform e ku gel û jinên Kurd li dijî dagirkerî, qirkirina çandî û fîzîkî peyama dilsoziya bi nrixên xwe ye. Jin barhilgirên hesasî yên çandê ne. Bi navê TJK-E'yê em bang li jinên leheng dikin ku bibin hevparê rûmeta vê kevneşopiyê ku îsal dibe 30 sal."