EWROPA
Hemû Nûçe
-
Xoşnav Ata 2 meh in li pêşiya OPCW’ê çalakiyê dike
Xoşnav Ata yê ku biraziyê wî Gulperîn Ata û Mihrîban Ata di êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk de hatibû qetilkirin, 2 meh in li pêşiya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) a li bajarê Den Haagê ya Hollandayê di çalakiyê de ye. -
HDP’ê û tifaqên wê bi rojeva hilbijartinê li Ewropayê li hev civiyan
Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) di çarçoveya xebatên hilbijartinê de yên li Ewropayê bi gelek nûnerên partî, konfederasyon û rêxistinan, li bajarê Krefeld ê Elmanyayê li hev civiya. -
FEDA'yê kongreya xwe ya asayî ya 9'emîn lidar xist
Di kongreyê de Demîr Çelîk û Hûrî Kabayel ji bo Hevserokatiya FEDA'yê hatin hilbijartin. Ji bo desteya rêveber jî 15 kes hatin hilbijartin. -
Saziyên Kurd ên li Rûsyayê: Ya ku hikûmeta Paşînyan kir, şermeke mezin e!
Saziyên Kurd ên li Rûsyayê û Yekîtiya Dewletên Serbixwe radestkirina 2 şoreşgerên Kurd bi destê rayedarên Ermenistanê ji bo dewleta Tirk şermezar kirin. -
Şehîd Seher Denîz li Heilbronnê hate bîranîn
Seher Denîz ku di şerê dijî dewleta Tirk a dagirker de 8'ê Hezîrana 2022'an şehîd bû, li Heilbronnê hate bîranîn. -
Li Trier, Marburg û Grazê çalakiyên ji bo Jîna Emînî
Li bajarê Trier û Marburg ên Elmanyayê û li bajarê Graz ê Awûstûryayê ji bo şermezarkirina qetilkirina Jîna Emînî çalakî hatin lidarxistin. -
Di hilbijartinên Îtalyayê de rastgirên tund li pêş in
Li gorî encamên destpêkê yên hilbijartinên li Îtalyayê, Partiya Xwişk û Birayên Îtalyayê ya rastgiriya tund bi ser ket. -
Şehîd Dag û Soylemez li Londonê hatin bibîranîn
Ji bo rojnamevan û sînemagerê Kurd Firaz Dag û Kamber Soylemez ên li Rojava şehîd bûn, li Londonê meresimên bibîranînê yên girseyî hatin lidarxistin. -
Delal Nûrhak li Kolnê hate bibîranîn
Endama Konseya Rêvebir a KJK’ê û Endama Meclîsa PAJK’ê şehîd Delal Nûrhak, li bajarê Koln ê Elmanyayê bi merasîmekê hate bîranîn. -
Şehîdên zindanan li Lorîentê hatin bibîranîn
Li bajarê Lorîent ê Fransayê di şexsê Alî Boçnak û Bariş Keve yên di zindanan de hatin qetilkirin, ji bo şehîdên zindanan merasîma bibîranînê hate lidarxistin. -
Li Romayê ji bo Karakoçan û Amanos taziye hat danîn
Ji bo fermandarên YPG’ê Rojhat Karakoçan û Dogan Amanos ên li Eyn Îsayê şehîd bûn, li Romayê taziye hat danîn. -
Delal Nûrhak li Basel û Parîsê hat bibîranîn
Di şexsê endama Meclîsa PAJK’ê Delal Nûrhak û Zîlan Qamişlo ku şehîd bûn de şehîdên azadiyê li bajarê Basel ê Swîsreyê û li payitexta Fransa Parîsê hatin bibîranîn. -
KONGRA-GEL: Gelê Ermen divê li ber xiyanetê rabe
Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL radestkirina du şervanên Kurd ji aliyê Erîvanê ve ji bo dewleta Tirk şermezar kir û got, "Beriya her kesî divê gelê Ermen li ber vê xiyanetê rabe. Girîng e kes bêdeng nemîne." -
Li Îtalyayê dengdanê destpê kir: Neo faşîst dibe ku bibin desthilatdar
Li Îtalyayê ku bala Ewropayê li ser e, dibe ku di hilbijartinên îro de rastgirên tund bi ser bikevin. Favoriya hilbijartinê jî serkêşa nû ya neo faşîstan, lîdera rastgira tund Giorgia Meloni ye. -
Ji bo Jîna Eminî li Oslo û Malmoyê çalakî hatin lidarxistin
Qetilkirina Jîna Emînî û êrîşên li ser çalakiyên şermezarkirinê yên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, li paytexta Norwêc Osloyê û li bajarê Malmo yê Swêdê hatin şermezarkirin. -
Li Zurîchê çalakiyên ji bo Şoreşa Rojava
Bi wesîleya sala 10'an a Şoreşa Rojava, li bajarê Zurîch ê Swîsreyê çalakiyên ku meha Nîsanê destpê kiribûn, dewam dikin. -
Salvegera damezrandina PYD'ê li Berlînê hate pîrozkirin
Salvegera 19'an a damezrandina Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Berlînê hate pîrozkirin. -
‘Jin jiyan azadî, Kurdistan Goristana faşîstan’
Femînîstên Kurd û Îranî, xwendevanên Kurd, Acem, Faris û bi sedan jin û mêrên ku li dijî qirkirina jinan rabûn ser pêyan, li ser banga TJK-F’ê li Chatelet Les Halles (Kaniya Bêguneh) a Parîsê bi bezkirina dirûşmeya “JÎN; JIN; JIYAN; AZADΔ li çalakiyê bûn -
Qetilkirina Jîna Emînî li Stockholmê hate şermezarkirin
Li paytexta Swêd Stockholm ji bo Jîna Emînî ya ku ji aliyê polîsên exlaq ên Îranê ve hate qetilkirin, çalakiya protestoyî hate lidarxistin. -
Nûnerên Kurd û Ereb li Brukselê hatin ba hev
Nûnerên Kurd û Ereban, li Brukselê konferans li dar xistin. -
Qetilkirina Jîna Emînî li Ewropayê bi çalakiyan tê şermezarkirin-HATE NÛKIRIN
Li bajarên Ewropayê çalakiyên li dijî qetilkirina Jîna Emînî didomin. -
Li Zurîhê çalakiya “Bila Ecevît Pîroglû bê berdan”
Ji bo şoreşgerê Tirk Ecevît Pîroglû yê ku di 25’ê Hezîrana 2021’an de li Sirbistanê piştî zextên dewleta Tirk hatibû girtin û şandin girtîgehê serbest bê berdan, li bajarê Zurîh ê Swîsreyê çalakiyek hate lidarxistin. -
Parêzer Benkhelîfa: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
Ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re 350 parêzerên ji welatên cuda serlêdan kiribû. Ji parêzeran Selma Benkhelîfa ya Belçîkayî, helwesta CPT’yê rexne kir û got: “Divê Abdullah Ocalan azad bibe.“ -
Di konê standa îmzeyan de Jîna Emînî hate bibîranîn
Li Krefeldê kampanyaya îmzeyan a ji bo derxistina PKK’ê ji “lîsteya terorê“ berdewam dike. Di konê standa îmzeyan de Jîna Emînî ya ku ji aliyê “polîsên exlaq“ yên Îranê ve hate qetilkirin, hate bibîranîn. -
Nobeda Azadiyê bi koma ji Oldenbûrgê dewam dike
Bi navê koma nû ya çalakiyê Torî Akan axivî û got, "Heta ku Rêberê me, xaka me azad nebe em jî azad nabin. Em xwedî li Rêber, gerîla, şehîd û xaka xwe derkevin."