Nûnerên Kurd û Ereb li Brukselê hatin ba hev
Nûnerên Kurd û Ereban, li Brukselê konferans li dar xistin.
Nûnerên Kurd û Ereban, li Brukselê konferans li dar xistin.
Li ser navê Kurd û Erebên li Belçîkayê konferansa diyalogê hat lidarxistin. Bi konferansê geşedanên têkîliyên aborî, çandî û siyasî di navbera her du gelan de hat armanckirin.
Nûneriya Ewropayê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK, Navenda Lêkolînên Kurd a Brukselê û nûnerên Yekîtiya Neteweyî ya ji bo Parastin Gel û Azadiyê tevlî konferansê bûn.
Siyasetmedarê Filîstînî Abû Mahadî yê di konferansê de axivî, behsa tifaq û têkiliyên dîrokî yên di navbera her du gelan de kir û diyar kir ku gava her du gelan tifaq bi hev re kiriye kar kirine û tifaqa li dijî DAÎŞ’ê wek mînak da. Mahadî bal kişand ser gefên dewleta Tirk a dagirker jî.
Siyasetmedarê Filistînî Hamda Al Damîrî jî li ser koçberiyê axivî û destnîşan kir ku di cîhanê de du gelên ku herî pir bûne penaber jî Kurd û Ereb in. Damîrî, bal kişand bi ser polîtîkayên cudakariyê yên Ewropayê ji dilîj Filistînî û Kurdan de.
Madîa Abda ya nûnerek ji nûnerên Tevgera Jinên Kurd ên Rojavayî yên li Ewropayê jî li ser pirsgirêkên çandî axivî û pêşniyarên çareseriyê kirin. Abda, îşaret bi wê yekê kir ku yên ji hişmendiya mêrserwer herî pir bi bandor dibin jin in.
Endamê Konseya Rêveber a KNK’ê Adem Ûzûn jî behsa giringiya yekîtiya Kurd û Ereban kir.