EWROPA
Hemû Nûçe
-
Li Baselê mîtînga 'Na ji şer re'
Li Baselê bi çalakiyekê hate ragihandin ku fatûreya şerê li Ûkrayna û Kurdistanê bi rengê komkujî, xizanî û cihêkariyê li gelan tê birîn. -
Polonya wê 1.3 trîlyon dolarî tazmînatê ji Elmanyayê bixwaze
Polonyayê tespît kir ku zerara di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de li wan bûye 1.3 trîlyon dolar e û ji Elmanyayê tazmînat xwest. -
Polîtîkayên şer li Munîhê hatin protestokirin
Li Munîhê bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê meş hate lidarxistin. Di meşê de piştgiriya dewleta Elman a ji bo şerê dewleta Tirk ê ji bo qirkirina Kurdan hat teşhîrkirin. -
Li Kolnê meşa 1’ê Îlonê
Di meşa bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Kolnê hat lidarxistin de, êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Kurdistanê de hatin teşhîrkirin. -
Li Hambûrgê li dijî şer meş
Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê meşeke li dijî şer hat lidarxistin. -
Hejmara nû ya Stêrka Ciwan: Erka demê şerê gel ê şoreşgerî ye!
Hejmara 232'an a kovara Stêrka Ciwan bi manşeta “Erka demê şerê gel ê şoreşgerî ye” derket. -
Hejmara meha Tebaxê ya Serxwebûnê derket
Rojnameya Serxwebûnê bi manşeta ‘Ji Dihê heta Şengalê, ji Şemzînanê heta Kobanê serfiraziya gerîla’ derket. Rojname bala xwe dide ser nirxên ku gerîla ji Pêngava 15’ê Tebaxê û vir de di 38 salan de afirandiye. -
Nobeda Azadiyê bi koma ji Hollandayê dewam dike
Çalakiya 'Nobeda Azadiyê' ku di sala 11'an de ye, vê hefteyê bi koma ji Hollandayê dewam dike. Koma nû bang kir ku li dijî qirkirina dewleta Tirk li ser Kurdan ferz dike, li her qadê têkoşîn bê mezinkirin. -
Li Evryê ji bo Hakan Arslan çalakiya bêdengiyê
Li bajarê Evryê yê Fransayê, ji bo Hakan Arslan ê li Sûrê şehîd bibû û piştî 7 salan di kîsekî de cenazeyê wî radestî bavê wî Alî Riza Arslan kirin, çalakiyek hate lidarxistin. -
Hovîtiya dewleta Tirk a li Til Temîrê hate şermezarkirin
Kurdistanî û dostên wan yên li bajarê Darmstadtê dijîn, bi mebesta protestokirina komkujiya dewleta Tirk a li Til Temîrê çalakiyek li dar xist û komkujî şermezar kirin. -
Ciwanên Kurd ji bo Hakan Arslan çalakiya bêîtatiya sivîl li dar xist
Ciwanên Kurd ên li Parîsê dijîn, ji bo Hakan Arslan ê li Sûrê şehîd bibû û piştî 7 salan di kîsekî de cenazeyê wî radestî malbatê kirin, li ber avahiya Rêxistina Efûyê ya Navteweyî çalakiya bêîtatiya sivîl li dar xistin. -
Kurdan bang li NY’ê kir: Êrîşên li ser Mexmûr û Şengalê rawestînin
Kurdistaniyên li ber Ofîsa NY’ya Cenevreyê hatin ba hev, bang li NY’ê kirin û gotin: “ Di serî de Wargeha Mexmûrê û Şengal, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê rawestînin.“ -
Adler: Erka me ye ku em Kurdan biparêzin
Ji Kolektîfa Piştevaniya bi Kurdan re ya Navneteweyî David K. Adler nerazîbûn nîşanî bêdengiya ji bo êrîşkariya dewleta Tirk nîşan da û got, divê ew gelê Kurd biparêzin. -
KON-MED’ê li dijî dagirkerî û şer, banga tevlêbûna çalakiyên 1’ê Îlonê kir
Konfederasyona Civakên Kurdistanî yên Elmanyayê (KON-MED) li dijî dagirkerî û şerê ku dewleta Tirk li Kurdistanê dike, bang kir ku bila her kes di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de dakeve qadan. -
Kurdên li Fransayê li dijî êrîşan rabûn ser piyan
Kurdên li Fransayê, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Mexmûr û Şengalê li gelek bajaran bi xwepêşandanan şermezar kirin. -
Adem Ûzûn: Bila OPCW dest ji cotstandartiyê berde
Endamê KNK'ê Adem Ûzûn ji OPCW'ê xwest ku heyetekê bişîne Kurdistanê û got, "Li gel delîl û bangên raya giştî ya navneteweyî jî OPCW hîn tiştekî nake. Ev yek teqez cotstandartî ye." -
Li Qibrisê 4 hezar îmze hatin berhevkirin
Li bajarê Lîmasol, Lefkoşa û Larnaca yê Qibrisê ji bo ku PKK ji “lîsteya terorê” bê derxistin, di çarçoveya kampanyayê de 4 hezar îmze hatin berhevkirin. -
CDK-F’yê ji bo Mexmûr û Şengalê banga çalakiya lezgîn kir
CDK-F’yê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Mexmûr û Şengalê, banga çalakiya lezgîn li Kurdistaniyên li Fransayê dijîn kir. -
Fransa: Komîsyona Ewropayê Biraderên Misilman fînanse dike
Wezîra Fransayê yê ji Ewropayê berpirsyar e Laûrence Boone diyar kir Komîsyona Ewropayê komeleyeke nêzî Biraderên Misilman fînanse dike û nerazîbûn nîşanî vê rewşê da. -
Li dijî qedexeya li ser PKK'ê li Montpellierê îmze hatin komkirin
Ji bo PKK ji lîsteya 'rêxistinê qedexekirî' bê derxistin, li Montpellierê gelek îmze hatin komkirin. -
Parlamenterê Îngiliz: Divê OPCW li Kurdistanê lêkolînê bike
Parlamenterê Îngiliz Russel Moyle got, divê teqez were lêkolîn bê dewleta Tirk çekên kîmyewî bi kar aniye yan na û OPCW rexne kir ku vê lêkolînê li gorî bendewariyan nake. -
Li Bordeaûxê bikaranîna çekên kîmyewî hate protestokirina
Ciwanên Kurd li bajarê Bordeaûxê yê Fransa, bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê bi çalakiyekê protesto kirin. -
Sê şehîd li Dresdenê hatin bibîranîn
Gerîlayên HPG û YJA-Star’ê Guven Doza, Seher Denîz û Vorîn Qesasê Welat ên di şerê li dijî dewleta Tirk dagirker de şehîd bûn, li Dresdenê hatin bibîranîn. -
Şehîdên Asosê li Kampa Lavrîoyê hatin bibîranîn
TCŞ û Komeleya Çanda Kurdistanê ji bo gerîlayên bi navê Rêzan Baran (Mervan Misto) û Bawer Sûr (Hûseyîn Resûli Kizilbaş) ên ku li herêma Asosê şehîd bûn, li Kampa Lavrîoyê merasîma bîranînê li dar xistin. -
Bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk li Rennesê hat protestokirin
Li bajarê Rennesê yê Fransa, ciwanên Kurd daketin qadan û bikaranîn çekên kîmyewî ya dewleta Tirk proteso kirin.