Nobeda Azadiyê ku ji aliyê Însiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re di 25'ê Hezîrana 2012'an de ji bo azafiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kir, li bajarê Strasbourg ê Fransayê 11 sal in bi biryardarî dewam dike.
Çalakî her hefteyê ji aliyê komeke ji Kurdan û dostên wan ên li Ewropayê li qadeke ku saziyên Ewropayê lê ne, tê meşandin. Çalakgerên hefteya 533'an jî koma ji endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Hollandayê (NCDK) û Tevgear Jinên Kurd a li Hollandayê (TJK) ye.
Kom ji Huseyîn Yildiz, Dayika Şukran û Şîrîn Farqîn pêk tê.
'RÊBERÊ ME DI BIN TECRÎDEKE GIRAN DE YE'
Endamê NCDK'ê Huseyîn Yildiz bi navê komê axivî û bi bîr xist ku ji 15'ê Sibata 1999'an û vir ve tecrîdeke giran li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye. Huseyîn Yildiz got, "Bİ navê koma ji Hollandayê me nobeda ji bo Rêbertî dewr wergirt. Rêbertî piştî ku bi komployeke navneteweyî radestî Tirkiyeyê hate kirin, ji hingî ve di bin tecrîdeke giran û zexteke giran de ye. Cîhan jî li hemberî vê yekê bêdeng e. 25 sal in ku sîstema kapîtalîst hewl dide Rêberê me ji gel qut bike û wezîfeya gardiyantiya vê armancê jî radestî dewleta Tirk kiriye."
Huseyîn Yildiz anî ziman ku têkoşîna ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin têrker nîne û got, "Me nekarî xwedî li berpirsyariyên xwe derkevin."
Yildiz ji bo azadiya Abdullah Ocalan bang li her kesî kir ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin û got, "Weke gelê Kurd û tevger, me hîn ê nekarî Rêberê xwe azad bikin. Ev yek tê wê wateyê ku ji aliyê wijdanî, exlaqî û rastiyê ve me nekarî berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Ji niha û pê ve weke her şexsekî û gelê Kurd ji bo me wezîfeya bingehîn e ku Rêberê xwe azad bikin û bi vî rengî berpirsyariya xwe pêk bînin."
'ARMANCA ME AZADIYA RÊBERÊ ME YE'
Huseyîn Yildiz diyar kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd ew tevlî çalakiya Nobeda Azadiyê bûne û wiha dewam kir, "Bi vê armancê em li vir in. Em neçar in ku li her qada têkoşînê, li dijî şerê taybet ê sîstema kapîtalîst û sîstema faşîst a mêtinger bi rengekî topyekûn li ber xwe bidin û Rêberê xwe azad bikin."
'AZADIYA ME BI AZADIYA RÊBERÊ ME VE GIRÊDAYÎ YE'
Çalakgereke din a Nobeda Azadiyê, endama TJK'ê Dayika Şukran jî got, "Azadiya me bi azadiya Rêberê me ve girêdayî ye." Dayika Şukran wiha dewam kir, "Bi navê jinên Kurd ên li Hollandayê tevlî bûm. Em dixwazin Rêberê me tavilê azad bibe. Azadiya me bi azadiya Rêberê me ve girêdayî ıye. Ew ê ji nava çar dîwaran û ji binê tecrîdê rizgar bibe. Bang li jinan dikim; tevlî vê nobedê bibin û dawî li tecrîda li ser Rêberê me bînin."