Hovîtiya dewleta Tirk a li Til Temîrê hate şermezarkirin
Kurdistanî û dostên wan yên li bajarê Darmstadtê dijîn, bi mebesta protestokirina komkujiya dewleta Tirk a li Til Temîrê çalakiyek li dar xist û komkujî şermezar kirin.
Kurdistanî û dostên wan yên li bajarê Darmstadtê dijîn, bi mebesta protestokirina komkujiya dewleta Tirk a li Til Temîrê çalakiyek li dar xist û komkujî şermezar kirin.
Bi mebesta protestokirina komkujiya dewleta Tirk ku di 18 Tebaxê de li dibistanek a gundê Şemokê ya Til Temîrê pêk anî û 4 zarokên keç hatibûn qetilkirin, bi dehan Kurd û dostên wan ên li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê dijîn çalakiyek li dar xist û komkujî şermezar kirin. Di çalakiyê de wêneyên Raniya Eta, Zozan Zêdan, Dîlan Îzedîn û Diyane Elo yên hatine qetilkirin hatin hildan.
Di çalakiyê de axaftin hatin kirin û hate diyarkirin ku dewleta Tirk bi fermana rejîma Erdogan sûcên xwe yên şer didomîne. Bi domdarî hate gotin ku divê jin bi têkoşînek hîn xurtkirî li dijî van êrîşên hovane raweste û têkoşînê bilind bikin.
Di çalakiyê de daxuyaniya ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) ve hatibû amadekirin jî hat xwendin. Di daxuyaniyê de ji dewleta Tirk hate xwestin ku di demek herî kurt de ji herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekişe. Her wiha ji bo girtina qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji balafirên şer ên Tirk re banga hişyariyê li civaka navneteweyî hate kirin.
Bi domdarî hate gotin ku di şer de herî zêde jin û zarok zirerê dibînin û banga xurtkirina têkoşînê hate kirin.
Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Komkujiyên dewleta Tirk ên li Rojava birawestînin”, “Bijî piştevaniya enternasyonal” û “Kujer Erdogan” bi dawî bû.