Ciwanên Kurd ji bo Hakan Arslan çalakiya bêîtatiya sivîl li dar xist

Ciwanên Kurd ên li Parîsê dijîn, ji bo Hakan Arslan ê li Sûrê şehîd bibû û piştî 7 salan di kîsekî de cenazeyê wî radestî malbatê kirin, li ber avahiya Rêxistina Efûyê ya Navteweyî çalakiya bêîtatiya sivîl li dar xistin.

Hakan Arslan di dema qedexeya derketina derve ya navçeya Sûra Amedê di 2’yê Kanûna 2015’an de hatibû destpêkirin, şehîd bûye. Cenaze ango hestiyên Hakan Arslan piştî 7 salan di hundirê kîsekî de li Dadgeha Amedê radestî bavê wî Alî Riza Arslan kirin. Gelek derdoran bertek nîşanî rêbaza radestkirinê dan û rêxistinên hiqûqî jî giliya rewşê kirin.

Ciwanên Kurd ên li Parîsê dijîn jî li hemberî vê rêbazê li ber avahiya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ya paytexta Fransayê Parîsê, çalakiya bêîtatiya sivîl li dar xistin.

Di çalakiyê de ciwanan bang li Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî kir ku li dijî sûcên dermirovî yên dewleta Tirk li Kurdistanê pêk tîne, deng derxîne.