Polonya wê 1.3 trîlyon dolarî tazmînatê ji Elmanyayê bixwaze
Polonyayê tespît kir ku zerara di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de li wan bûye 1.3 trîlyon dolar e û ji Elmanyayê tazmînat xwest.
Polonyayê tespît kir ku zerara di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de li wan bûye 1.3 trîlyon dolar e û ji Elmanyayê tazmînat xwest.
Hikumeta Polonyayê ragihand ku ji ber dagirkeriya Nazî ya dema Şerê Cîhanê ya Duyemîn û dagiriya pênc salan a li ser Polonyayê, wê 1.3 trîlyon dolar tazmînatê ji Elmanyayê bixwaze.
Lîderê Partiya Edalet û Hiqûqê ya Polonyayê Jaroslaw Kaczynskî roja Pêncşemê daxuyaniyek da û got, "Ji bo destpêkirina danûstandinên tazmînatê em ê li Elmanyayê vegerin."
Elmanya ku şirîkê herî mezin ê bazirganiyê yê Polonyayê, endamê Yekîtiya Ewropa û NATO'yê, beriya niha gotibû ku hemû îdîayên malî yên têkildarî Şerê Cîhanê yê Duyemîn hatine çareserkirin.
Partiya Edalet û Hiqûqê (PîS) a li desthilatdariyê, ji sala 2015'an dema destpêkirina desthilatdariya xwe û vir ve ji bo tazmînatê gelek caran bang kir, lê belê Polonyayê bi rengekî fermî tazmînat nexwest.