Kurdan bang li NY’ê kir: Êrîşên li ser Mexmûr û Şengalê rawestînin

Kurdistaniyên li ber Ofîsa NY’ya Cenevreyê hatin ba hev, bang li NY’ê kirin û gotin: “ Di serî de Wargeha Mexmûrê û Şengal, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê rawestînin.“

Li ber avahiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Cenevreyê ya Swîsreyê kuji 25’ê Çileya 2021’an heta bi niha bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya rûniştinê tê lidarxistin. Kurdan di çalakiya vê heftiyê de bal kişandin li ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Mexmûr û Şengalê.

Çalakî bi rêzgirtina ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir.

Di çalakiyê de ewilî Nûnerê Meclîsa Gelê Kurd Mûstafa Altûnbaş axivî û bal kişand li ser bombebarankirina Kurdistanê ya ji meha Nîsana 2021’î heta bi niha û got: “Ev êrîş ne bi tenê di bin kontrola dewleta Tirk de tên kirin. Dewleta Tirk, li dijî berxwedana gerîlayên PKK’ê û gelê Kurd têk çûye. Piştî vê têkçûnê bi piştgiriya NATO’yê bênavbir dest bi êrîşan kir. Berxwedana gelê Kurd û gerîlayên Kurd di heman demê de li dijî hêzên girêdayê NATO’yê ye jî. Sedema bêdengiya van dewletan a li dijî êrîşan ji ber neyartiya li dijî gelê Kurd e. Tunekirina destkeftiyên Kurdan û statuya wan ji xwe re kirine hedef. Gerîla ji xwe tiştê dikeve ser mil dike. Tiştê dikeve ser milên me jî ew e ku em li qadan bikin ku dengê wan bê bihîstin. Heta azadkirina Rêbertiya xwe em ê li çalakiya xwe dewam bikin.“

Nûrettîn Tûrgût ê bi salan li Mexmûrê wek penaber jiya û bi şûn de di nav ‘’Koma Aştiyê’’ de çû Tirkiyeyê lê ji ber êrîşan, li Ewropayê bû penaber jî axaftinek kir. Tûrgût, êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Mexmûrê de şermezar kirin û ev tişt gotin: “Ev şer li dijî zarokên me, Rêbertiya me û jinan tên kirin. Hevalên me, her hefte bi sûîkastan şehîd dibin. Em li dijî van êrîşan li ber NY’ê disekinin û hewil didin ku dengê xwe bidîn bihîstin. Hemû dinya, li bombebarankirina Wargeha Mexmûrê ya 30 sal berê bi erêkirina NY’yê hat avakirin, bi bêdengî temaşe dike. Em li vir cardin ji NY’yê dipirsin. Çima hûn dengê xwe ji van êrîşan re nakin? Jin û zarokên me ten kuştin, hûn çima dengê xwe jê re nakin? Em vê hovîtiyê qebûl nakin; hûn jî şermezar bikin û piştgiriyê nedin êdî.

30 sal in Mexmûr li ber xwe dide, em ê 30 salên din jî li ber xwe bidin. Bila dewletên dinyayê û NY bi vê baş bizanin.“

Piştî axaftinan Kurdan bi dirûşmeyan dest bi çalakiya rûniştinê kir.