Adler: Erka me ye ku em Kurdan biparêzin

Ji Kolektîfa Piştevaniya bi Kurdan re ya Navneteweyî David K. Adler nerazîbûn nîşanî bêdengiya ji bo êrîşkariya dewleta Tirk nîşan da û got, divê ew gelê Kurd biparêzin.

Endamê Kolektîfa Piştevaniya bi Kurdan re ya Navneteweyî û Koordînatorê Giştî yê Progressive International (Enternasyonal a Pêşketî) David K. Adler bêdengiya li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdan rexne kir.

Kolektîfa Piştevaniya bi Kurdan re ya Navneteweyî 10'ê Tebaxê bi belavokekê bang li her kesên alîgirê demokrasî û mafên mirovan kir ku li hemberî êrîşên dagirkerî û tunekirinê yên dewleta Tirk piştgiriyê bidin gelê Kurd.

Yek ji kesayetên ku ev bang kir, dîrektorê polîtîkayê yê Tevgera Demokrasiyê 2025 a li Ewropayê (DiEM25) Adler ye. Adler anî ziman ku cîhan bêhtir otorîter dibe û got, "Hevalbendên Tirkiyeyê yên li NATO'yê bêhtir otorîter dibin û îdîa dikin ku di tarîtiya cîhanê de meşaleya demokrasiyê bilind dikin. Lê belê li hemberî êrîşên Erdogan ên li ser Kurdan, li hemberî zextên li nûnerên Kurdan, pîvanên bingehîn ên xweşbînî, pirrengî û mafên mirovan naparêzin."

David K. Adler got, "Erka me ew e ku hikumetên xwe ji ber vî sûcî berpirsyar bibînin, durûtiya wan teşhîr bikin û mafê rûmet û azadiyê yê gelê Kurd biparêzin."