Li Kolnê meşa 1’ê Îlonê

Di meşa bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Kolnê hat lidarxistin de, êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Kurdistanê de hatin teşhîrkirin.

Komên çepgir ên Elman û Kurdistaniyên li bajarê Koln ê Elmanyayê li Friesenplatzê hatin ba hev, bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê meş û mîtîng li dar xistin.

Di meşê de pankart û dowîzên li dijî şer hatin hildan. Li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Kolnê danezanek hat xwendin. Di danezanê de ev tişt hatin gotin: “Gelê Kurd ê di vê roja li dijî şer de ji şer zerarê dibîne, careke din şer protesto dike. Hêj jî Kurd, li çar parên Kurdistanê, li dijî emperyalîstan xwe bi leşkerî diparêzin. Her kes, li ser êrîşa Rûsyayê ya bi ser Ûkraynayê de diaxive, hevkara NATO’yê dewleta Tirk jî êrîşên dagirkeriyê li dijî Kurdan dike. Dewleta Tirk a 17’ê Nîsana 2022’yan bi ser Başûrê Kurdistanê de dest bi êrîşeke nû kir, di van êrîşan de gelek mirov kuştin. Dewleta Tirk di heman demê de her roj êrîşê Rojava dike. Kurd, li Rojava bi dronan bi hovîtî tên qetilkirin.“