Polîtîkayên şer li Munîhê hatin protestokirin
Li Munîhê bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê meş hate lidarxistin. Di meşê de piştgiriya dewleta Elman a ji bo şerê dewleta Tirk ê ji bo qirkirina Kurdan hat teşhîrkirin.
Li Munîhê bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê meş hate lidarxistin. Di meşê de piştgiriya dewleta Elman a ji bo şerê dewleta Tirk ê ji bo qirkirina Kurdan hat teşhîrkirin.
Komên çepgir ên Elman û Kurdistaniyên li ber DGB Haus a li bajarê Munîh ê Elmanyayê hatin ba hev, bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê meş û mîtîngeh li dar xistin. Di meşê de pankart û dowîzên li dijî şer hatin hildan. Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Munîhê jî bi al û pankartên xwe tev li meşê bû.
Polîtîkayên dewleta Elman a ji bo piştgiriya dewleta Tirk a êrîşên îmhakirin û dagirkirinê li dijî Kurdan dike, hatin rexnekirin û hat diyarkirin ku keçeke Kurd çend roj berê çawa bi dronean hatiye qetilkirin.
Di meşê de hate diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker ji bo qirkirinê tu rêbaz nemane ku serî lê nedane. Her wiha silav li têkoşîna gelê Kurd û Gerîlayên Azadiyê yên Kurd hat kirin.
Di çalakiyê de dirûşmên “Bijî berxwedana gerîla“ û “Bijî Berxwedana Rojava“ hatin berzkirin.