Li Hambûrgê li dijî şer meş
Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê meşeke li dijî şer hat lidarxistin.
Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê meşeke li dijî şer hat lidarxistin.
Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê meşeke li dijî şer hat lidarxistin. Meş, ji ber îstgeha trenan a Hambûrgê dest pê kir. Zêdeyê hezar kesan tev li meşê bûn.
Di meşa ku Kurdistaniyên li Hambûrg û der û dora wê dijîn bi alên xwe tev lê bûn de, wêneyê Hakan Arslan ê 7 sal piştî ku hat qetilkirin û di kîsekî de teslîmê malbata xwe hat kirin, hat hildan.
Di meşê de, di serî de Kurdistan û Ûkrayna, behsa şerê li gelek derên cîhanê û bihabûyînê jiyanê hat kirin.
Meş, bi mîtînga li ber avahiya DGB’ê ya Hambûrgê bi dawî bû.