Fransa: Komîsyona Ewropayê Biraderên Misilman fînanse dike

Wezîra Fransayê yê ji Ewropayê berpirsyar e Laûrence Boone diyar kir Komîsyona Ewropayê komeleyeke nêzî Biraderên Misilman fînanse dike û nerazîbûn nîşanî vê rewşê da.

Laûrence Bonne ji 2 kanalên televîzyonê yên Fransayê re axivî û got “Her tişt zelal e. Ev komele ne li gorî nirxên me yên sekuleriyê ye. Piştgiriyê nade hedefên me yên berfirehbûn û azadbûnê. Ew li dijî vî tiştî ye.”

Di Mijdara 2021’an de delegeya wezîrtiya ji hemwelatiyê berpirsyar a Fransayê Marlene Schîappa diyar kiribû ew ji ber têkiliya di navbera Komîsera Wekheviyê ya Komîsyona Ewropayê Helena Dallî û Konfederasyona Komeleyên Misilmanên Ciwan ên Ewropayê (Femyso) gelekî şaş maye.

Dîsa hate rojevê ku di meha Tebaxê de dema ku Komîsyona Ewropayê xwestiye ciwanên parzemînekê pîroz bike vîdeoyek weşandiye û di vê vîdeoyê de Femyso jî heye.

Laûrence Boone bi bîr xist Wezîra Ewropayê ya beriya wê Clement Beaûne tevî Schîappa ev rewş ji Komîsyona Ewropayê re nivîsandiye û got “Wisa xuya dike ku vî tiştî têr nekir. Tevî Wezîrê Karê Navxweyî Gerald Darmanîn em dîsa dinivîsin.”

Boone got “Ji bo ku zextan li komîsyonê bike, min têkilî bi hemû hempîşeyên xwe yên li Ewropayê daniye.”

Femyso ya ku di sala 1999’an de hatiye avakirin ji aliyê gelek lêkolîneran ve wekî şaxeke Biraderên Misilman tê dîtin. Biraderên Misilman a ku li Misirê ava bûbû, li Misirê qedexe ye.

Li gorî kovara Marîanneryê ne cara pêşîn e ku Femyso bi saziyên Ewropayê re dixebite. Tê diyarkirin ji sala 2014’an û vir ve vê komeleyê ji Komîsyona Ewropayê û Konseya Ewropayê bi deh hezaran eûro sûbvansiyon stendiye.