Adem Ûzûn: Bila OPCW dest ji cotstandartiyê berde

Endamê KNK'ê Adem Ûzûn ji OPCW'ê xwest ku heyetekê bişîne Kurdistanê û got, "Li gel delîl û bangên raya giştî ya navneteweyî jî OPCW hîn tiştekî nake. Ev yek teqez cotstandartî ye."

Ji 14'ê Nîsana 2022'an û vir ve dewleta Tirk a dagirker li Zap, Avaşîn û Metînayê her cûre çekên kîmyewî, bombeyên taktîk nukleer û gazên qedexekirî bi kar tîne. Lê tevî vê yekê jî hêzên navneteweyî bêdeng in. Bi taybetî Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) xemsar e, ku ev rêxistin li qada navneteweyî muxatabê sereke yê mijarê ye.

Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Adem Ûzûn li ser mijarê ji ANF'ê re axivî.

Adem Ûzûn bi bîr xist ku di serî de Komîteya Dijberê Bikaranîna Çekên Kîmyewî ya li Başûrê Kurdistanê gelek saziyên herêmî û navneteweyî rapor li ser mijarê amade kirin, lê belê OPCW û enstîtuyên din ên çekên qedexekirî kontrol dikin bersiv nedan van raporan û got, çekên kîmyewî ne tenê li dijî gerîlayên azadiyê yên Kurd têne bikaranîn, di heman demê de li hemberî gelê sivîl jî têne bikaranîn.

JI BER KU LI BER RANEBÛN, ÎSAL HÎN BÊHTIR ÇEKÊN KÎMYEWÎ HATIN BIKARANÎN

Siyasetmedarê Kurd Ûzûn ragihand, ku li gorî sala derbasbûyî di sala 2022'an de bikaranîna çekên kîmyewî bi destê dewleta Tirk, di asta dramatîk de zêde bûye û wiha dewam kir, "Çapemeniya navneteweyî gelek caran mijar xiste rojevê, lê mixabin enstîtuyên ku divê lêkolînê li ser bikin bi erka xwe ranebûn, lewma encam bi dest neketin."

Adem Ûzûn bi bîr xist, ku malbatên gerîlayên bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin bi dehan name ji saziyên erkdar re şandin, her wiha saziyên Kurdan ên navneteweyî jî di vê mijarê de rapor ji meqam, dewletên cuda û enstîtuyên pêwendîdar re şandin û têkildarî karên dîplomasiyê yên di vê mijarê de têne kirin ev agahî da: "Heta niha hin dewletan bersiv dan. Mînak, di bersiva ji Elmanyayê de hate gotin, 'Belê haya me ji îdîayên li ser êrîşên kîmyewî heye, lê belê OPCW'ê hîn delîlek bi dest nexistiye'. Brîtanyayê jî bersiveke bi heman rengî da û got, 'Belê haya me ji rewşê heye, lê belê dema ku delîl bi destê OPCW'ê ket, em ê hingî pê re eleqedar bibin'."

OPCW KU DELÎLAN QEBÛL NAKE DIVÊ HEYETÊ BIŞÎNE HERÊMÊ

Adem Ûzûn diyar kir ku OPCW'ê delîlên hin kes û saziyên serbixwe qebûl nekiriye û got, "Belge û delîlên ji herêmê hatin qebûl nekirin. Done û parçeyên ji herêmê hatin anîn qebûl nekirin. Di ser re, komên xebatê û komîsyonan ji bo lêkolînkirinê naşînin herêmê."

Ûzûn anî ziman ku ji bo OPCW li herêmê lêkolînan bike divê di asta dewletê de daxwaz jê bê kirin û bi dewamî got, "Îdîayên gelekî cidî hene, dîmen hene, çalakiyên protestoyî têne lidarxistin, raya giştî ya navneteweyî bang dike. Lê belê tevî vê yekê jî OPCW nakeve nava liv û tevgerê. Ev yek cotsandartî ye. Ev yek nenaskirina qanûn û pîvanan e. Di heman demê de hewldanek ji bo manîpulekirina raya giştî ya navneteweyî ye."

OPCW Û DEWLETÊN ENDAM, QANÛNÊN XWE BINPÊ DIKIN

Ûzûn bi bîr xist ku 193 dewlet endamên OPCW'ê ne, dewletên endam jî hevkariyê dikin û got, "Li OPCW'ê nûnerên dewletan, li dewletan jî nûnerên OPCW'ê hene. Di nava mekanîzmayên van dewletan de komîsyon hene ku bi çekên qedexekirî re mijûl dibin. Ev dewlet jî, OPCW jî bi ti awayî nakevin nava liv û tevgerê. Ev tê vê wateyê; ev dewlet û OPCW pîvanên xwe nas nakin, dinixumînin."

Adem Ûzûn bal kişand ser raporan ku nîşan didin bê êrîşên bi çekên kîmyewî bandoreke çawa neyînî li xelkê xwecihî dike û got, "Tirkiye endamekî NATO'yê ye û çekên taktîk nukleer, bombeyên taktîk nukleer bi kar tîne, ku teqez qedexekirî ne. Rast e dibe ku bi qasî bombeyên li Nagasakî û Hîroşîma hatine bikaranîn ên ewqasî mezin bi kar nîne, lê belê çekên niha têne bikaranîn heman çek in. Hîn biçûktir jî bin ev çek heman zerara mayinde dide hawirdor û mirovên li Kurdistanê."

NATO ENDAMÊ XWE YÊ SÛCDAR DIPARÊZE

Siyasetmedarê Kurd Adem Ûzûn diyar kir ku li gel hemû delîl û ispatan jî ti endamekî NATO'yê nerazîbûnê nîşanî dewleta Tirk nade ku çekên kîmyewî bi kar tîne û got, "Lewma em neçar in bibêjin ku ev yek stratejiyeke NATO'yê ye, NATO sûcên şer ên endamên xwe diparêze, dema ku endamekî xwe çekên kîmyewî bi kar bîne û qanûnên navneteweyî binpê bike jî wî endamê xwe diparêze."