Sê şehîd li Dresdenê hatin bibîranîn
Gerîlayên HPG û YJA-Star’ê Guven Doza, Seher Denîz û Vorîn Qesasê Welat ên di şerê li dijî dewleta Tirk dagirker de şehîd bûn, li Dresdenê hatin bibîranîn.
Gerîlayên HPG û YJA-Star’ê Guven Doza, Seher Denîz û Vorîn Qesasê Welat ên di şerê li dijî dewleta Tirk dagirker de şehîd bûn, li Dresdenê hatin bibîranîn.
Ji bo gerîlayên YJA Star’ê Guven Doza (Cansel Dûrsûn), Xecê Ateş (Seher Denîz) û gerîlayê HPG’ê Vorîn Qesasê Welat (Rakîp Kûşlû) yên di şerê li dijî êrîşên dagirkirina Başûrê Kurdistanê de şehîd bûn, li bajarê Dresden ê Elmanyayê merasîma bibîranînê hat lidarxistin.
Bernameya bibîranînê, bi rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd dest pê kir.
Gulîstan a xwişka Şehîd Seher Denîz got: “Ev der mala şehîdan e. Cihekî pîroz e. Gava ku mirov di derî re dikeve hundir hizir dike. Ev cara destpêkê ye em tên vir lê bi germahiya şehîdan em pir kêfxweş dibin.“
Xalê Seher Denîzê, Mûrat Ozkan ji axivî û got: “Tiştekî ku mirov zêde li pey şehîdan bibêje nîn e, tiştên ku mirov bike hene. Tiştê divê mirov bike, xwedî derketin e. Ev ciwan ji bo gel û welêt şehîd bûn.“
Piştî nîşandana sînevîzyona li ser jiyan û têkoşîna Şehîd Seher Denîz, Nûnerê Komeleya Malbatên Winda û Şehîdan Agît Batman axivî û got: “Gelek mirov ji bo bên Ewropayê mal û milkê xwe difiroşin, xwe li behran dixin, hin ji wan di wan rêyan de dixeniqin. Heval Seher dikarîbû li vê qadê bi standardên bilind li jiyana xwe dewam bikira lê wê ev qebûl nekir. Çû qada şer û li wir şehîd bû.“
Hevserokê Fed-Kurd’ê Kerem Gok jî ev tişt gotin: “Em deyndarê şehîdan in. Wan ji bo me canê xwe daye. Divê em bibînin ku şehîd di ciwaniya xwe de dev ji jiyana madî ya bi her awayî berdidin û ji bo jiyaneke bi rûmet canê xwe didin û li wê gorê bijîn.“
Bername, piştî nanê ji bo beşdaran hat danîn bi dawî bû.