CDK-F’yê ji bo Mexmûr û Şengalê banga çalakiya lezgîn kir
CDK-F’yê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Mexmûr û Şengalê, banga çalakiya lezgîn li Kurdistaniyên li Fransayê dijîn kir.
CDK-F’yê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Mexmûr û Şengalê, banga çalakiya lezgîn li Kurdistaniyên li Fransayê dijîn kir.
Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên ku îro bi balafirên bêmirov û biçek li ser Mexmûr û Şengalê kirî, daxuyaniyek nivîskî da û banga çalakiya lezgîn kir.
Daxuyaniya CDK-F’yê wiha ye:
“Êrîşên balafirên bêmirov û biçek ên dewleta Tirk a dagirker, li ser Mexmûr û Şengalê didomin. Îro di encama êrîşa li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) de welatiyê bi navê Ebûzêyd Ebdullah Ubêyd hat qetilkirin. Dewleta dijminê Kurdan, bê navber êrîşên xwe didomîne û bi armanca qetilkirina Kurdistaniyan bê ku bibêje jin, kal û zarok êrîş dike.
Mexmûr, Şengal û gelek navendên sivîlan ên li herêma sînor, bi xeteriyek cidî ya komkujiyê re rû bi rû ne. Di mehên dawî de, li ser gelek navendên sivîlan êrîşan heman hatibûn kirin û di van êrîşan de sivîl hatibûn qetilkirin. Em wek CDK-F’yê li dijî van êrîşên qirker, bang li hemû gelê xwe yê li Fransayê dijîn dikin ku bikevin nava liv û tevgerê û hovîtiya dewleta Tirk li raya giştî ya Fransayê bikin rojev û teşhîr bikin.”