Li dijî qedexeya li ser PKK'ê li Montpellierê îmze hatin komkirin

Ji bo PKK ji lîsteya 'rêxistinê qedexekirî' bê derxistin, li Montpellierê gelek îmze hatin komkirin.

Kampanya Kurdistaniyan a ji bo derxistina navê PKK'ê ji lîsteya 'rêxistinên qedexekirî' bi berfirehî dewam dike. Di vê çarçoveyê de li bajarê Montpellier ê Fransayê îmze hatin komkirin.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Montpellierê li qada Comedy standa îmzeyan danî.

Stand bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK'ê hate xemilandin.

Gelek Fransiyan berê xwe dan standê û ji bo PKK ji lîsteya 'rêxistinên qedexekirî' bê derxistin îmze dan.

Ciwanên Kurd jî ji dostên Kurdan ên li derdorê îmze kom kirin. Çalakiya ciwanan heta nîvê şevê dewam kir.