Li Evryê ji bo Hakan Arslan çalakiya bêdengiyê
Li bajarê Evryê yê Fransayê, ji bo Hakan Arslan ê li Sûrê şehîd bibû û piştî 7 salan di kîsekî de cenazeyê wî radestî bavê wî Alî Riza Arslan kirin, çalakiyek hate lidarxistin.
Li bajarê Evryê yê Fransayê, ji bo Hakan Arslan ê li Sûrê şehîd bibû û piştî 7 salan di kîsekî de cenazeyê wî radestî bavê wî Alî Riza Arslan kirin, çalakiyek hate lidarxistin.
Hestiyên Hakan Arslan ê di sala 2015’an li navçeya Sûrê yê Amedê di şerê rêveberiya xweser de ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin, piştî 7 salan di nava kîsik de radestî bavê wî kirin. Ev nêzîkatiye dewleta Tirk li banliyoya Evryê ya paytexta Fransayê Parîsê hat protestokirin.
Di çalakiya bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) hat lidarxistin de, Kurdistaniyan pankart hilgirtin û bi qasî saetek û nîv bi çalakiya bêdengiyê ew nêzîkatî teşhîr kirin.
Çalakî bi dirûşmeyên “Hakan Arslan nemir e” û “Tolhildan” bi dawî bû.