Kurdên li Fransayê li dijî êrîşan rabûn ser piyan

Kurdên li Fransayê, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Mexmûr û Şengalê li gelek bajaran bi xwepêşandanan şermezar kirin.

Bi banga Tevgera Kurd a li Fransayê, li Parîs û banliyoyên wê, li Rennes, Bordeaûx, Marsîlya û Montpellîerê Kurdistanî daketin qadan û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Mexmûr û Şengalê şermezar kirin.

PARÎS

Li paytext Parîsê, Kurdistanî li ber Strasboûrg Saînt Denîs (Kember) li hev civiyan û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Mexmûr û Şengalê şermezar kirin.

Di çalakiyê de alên PKK'ê, pankarta bi nivîsa "Dewleta Tirk kujer e" hatin hildan û dirûşmên "Kujer Erdogan" û "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn.

DRANCY

Li banliyoya Drancy a Parîsê jî bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li dijî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk xwepêşandanek hate lidarxistin.

Meşa ku ji ber NCDK'ê destpê kir heta ber Şaredariya Drancy bi pankarta bi nivîsa "Stop war on Maxmur (Şerê li ser Mexmûrê bide sekinandin)" dewam kir.

Piştre bi navê TCŞ û NCDK'ê daxuyaniyek hate dayin û hate gotin, "Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Mexmûr û Şengalê, êrîşek li ser temamiya gelê Kurdistanê û destketiyên wan e."

Di daxuyaniyê de bi navê TCŞ'ê bang li ciwanan hate kirin ku di vê demê de seferber bibin û bi ruhê Kobanê xwedî li Rojava, Şengalê û tevahiya Kurdistanê derkevin, bi vê armancê dakevin qadan û li ber dewleta Tirk a dagirker rabin.

Çalakî bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.

VÎLLENEÛVE

Li Vîlleneûveyê jî ji ber NCDK'ê heta ber bi Şaredariya Vîlleneûveyê meşek hate lidarxistin.

Kurdistaniyan pankarta bi nivîsa "Bes e ji Tirkiye ya faşîst re" hildan û dirûşma "Kujer Erdogan" qîriyan.

VÎLLÎERS LE BEL

Li ser heman bangê li banliyoya Vîllîers le Bel a Parîsê jî girseya gel dakete qadan.

EVRY

Li banliyoya Evry a Parîsê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger Kurdistanî daketin qadan û bi meşekê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Mexmûr û Şengalê şermezar kirin.

Piştî meşê daxuyaniyek hate dayin û bi navê TCŞ'ê bang li ciwanan hate kirin ku ji bo parastina Rojava, Şengal û tevahiya Kurdistanê seferber bibin.

Her wiha ji gelê Kurd û dostan jî hate xwestin ku ji bo pêşîgirtina li êrîşên dagirkeriyê û şikandina tecrîdê, bi çalakiyan dewleta Tirk a dagirker li pêşiya raya giştî ya cîhanê teşhîr bikin.

MARSÎLYA

Kurdistaniyên li Marsîlyayê jî bi banga CDK-F'yê li ber Nûnertiya Yekîtiya Ewropayê li hev civiyan û bangeke bi vî rengî kir, "Têkildarî Mexmûrê berpirsyariyên xwe bi cih bînin."

Di mîtîngê de alên YPG/YPJ û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, her wiha pankartên bi nivîsa "Kurdistanê biparêze", "Rojava biparêze", "Rê nedin dijmin" hatin hildan.

Hevserokê NCDK'ê Dogan Çelîk piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdên şoreşê axivî û got, "Divê her kes di her kêliyê de ji her tiştî re amade be. Divê em bibin dengê gerîlayên xwe yên bi lehengî şer dikin, bibin dengê Rojava û Mexmûrê ku gef li wan tê xwarin û rê nedin faşîzma dewleta Tirk". Dogan Çelîk ji bo çalakiyan bang kir.

BORDEAÛX

Li bajarê Bordeaûx ê Fransayê bi mîtîngekê êrîşên dewleta Tirk hatin şermezarkirin. Têkildarî êrîşan bi zimanê Fransî belavokek hate xwendin û li dijî qirkerî û dagirkeriya dewleta Tirk dirûşm hatin qîrîn.

RENNES

Li bajarê Rennes ê Fransayê, Kurdistanî li qada Repûblîcê li hev civiyan û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Mexmûr û Şengalê şermezar kirin.

Di çalakiyê de bang li gelê Kurd û raya giştî ya navneteweyî hate kirin û hate gotin, "Divê hêrsa li hemberî dewleta Tirk veguhere çalakiyan. Saziyên civakî yên sivîl û hiqûqa navneteweyî jî li hemberî vî sûcê şer ê dewleta Tirk divê dawî li bêdengiya xwe bînin û tavilê bikevin nava liv û tevgerê."

Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî Rojava, Rojava wê bi ser bikeve", "Kujer Erdogan, noker PDK", "Çareserî ji bo Kurdistanê", "Azadî ji Abdullah Ocalan re" hatin qîrîn.