Şehîdên Asosê li Kampa Lavrîoyê hatin bibîranîn

TCŞ û Komeleya Çanda Kurdistanê ji bo gerîlayên bi navê Rêzan Baran (Mervan Misto) û Bawer Sûr (Hûseyîn Resûli Kizilbaş) ên ku li herêma Asosê şehîd bûn, li Kampa Lavrîoyê merasîma bîranînê li dar xistin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Komeleya Çanda Kurdistanê li Kampa Lavrîo ya li paytexta Atîna ya Yewnanistanê, ji bo gerîlayên bi navê Rêzan Baran (Mervan Misto) û Bawer Sûr (Huseyîn Resûlî Kizilbaş) ên di 22’yê Tebaxê de di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a li ser herêma Asosê ya girêdayê Şarbajarê de şehîd bûn, merasîma bibîranînê li dar xistin.

Gelek kes tev li merasîma ku li baxçeyê kampê hat lidarxistin, bûn û baxçe bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK’ê û wêneyên gerîlayên şehîd hat xemilandin.

Di merasîmê de ji bo bibîranîna şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin û piştre di axaftinên hatin kirin de îşaret bi têkoşîna azadiya Kurdistanê bi berdêlên mezin ber bi serkeftinê ve dimeşe, hat kirin. Her wiha hat destnîşankirin ku xeta şehîdan, xeta gelê Kurd e jî û hat diyarkirin ku li dijî hemû êrîşan gerîlayên rêxistinkirî û rastiya gel mizgîniya serkeftinê didin.

Piştî axaftinan li sînevîzyonek a li ser jiyan û têkoşîna her du şehîdan hat temaşekirin.

Bibîranîn, bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana gerîla” bi dawî bû.